Di dema civîna bilind a bi rasthatina 70 saliya NATO´yê de li Londonê protestoyên mezin hebûn. Meclîsa Gel a Kurdan li Brîtanyayê û Koalîsyona Şerî Rawestîne tevî gelek sazî rêxistinên din doh û pêr Erdogan û NATO protesto kirin. Di axaftinên  dema çalakiyan de li Til Rifetê bi komî qetilkirina zarokan jî hat rûreşkirin. Qisekerên van çalakiyan got, bi qasî Tirkiyeyê NATO jî ji komkujiya li dijî zarokên Kurd ên li Til Rifetê berpirsiyar e.

Çalakger pêşî li meydana navdar Trafalgarê civiyan û ji wir jî ber bi Qesra Buckinghamê ve meşiyan ku lê melîkeyê xwarin dida serokdewletên NATO´yê. Çalakî bi pêşengiya Stop The War Coalition (Koalîsyona Şerî Rawestîne), Meclîsa Gel a Kurdan li Brîtanyayê û Kurdistan Solidarity Campaign pêk hatin û xelk pêr saet 16´an li Meydana Trafalgar civiya.Li ser navê Meclîsa Gel a Kurdan li Brîtanyayê Elif Gun peyivî û got, ji deh kesên pitirpêr li Til Rifetê hatin qetilkirin, 8 zarok bûn û wiha dewam kir: “Tevahiya endamên NATO´yê berpirs in ji sûcên şer ên dewleta Tirk.”

 

LONDON