Di bernameya li Stockholmê pêk hat de sefîrê Swêdê yê Ermenîstanê Artak Apîtonyan, li bajarê Goteborg û Jonkopîng jî  lêkolînerê Suryanî Nîneb Lamassu der barê qikirinê de axivî. Bernameya Stockholmê ku bi temaya ‘Seyfo’ ya bi wesîleya sala 100’î pêk hat de,  li mala Çanda Asurî ya navçeya Sodertalje pêk hat. 

Di bernameyê de der barê qirkirina Asurî-Suryaniyan a 1915’an de wêne û nivîs hatin raxistin û  lêkolîner û nivîskaran pirtûkên xwe îmzekirin, hunermend Lînga Geroge û Bashar Lamussu bi suryankî stran vegot. Nivîskar- rojnameger Kurt Hanînke di axaftina xwe de got ku Naum Faîk çapemeniyek azad û serbixwe  avakiriye û ev bo Asurî-Suryaniyan gelek girîng bû.

Sefîrê Swêdê yê Ermenîstanê Artak Apîtonyan got Ermenî û Asurî du gelên ku li ser heman axê bi hev re dijîn û bindestins. Apîtonyan got: “Komkujiya 100 sal berê pêk hat îro li Rojhilata Navîn dîsa bi destê DAIŞ’ê tê meşandin. ”

Di bernameyê de nivîskar Ragip Zarakolu jî vexwendiyê ser dîkê kirin.  Zarakolu got ku Naum Faîk rewşenbîrekî bi nirx yê bo çand û zimanê gelê Suryanî têkoşîn daye ye û got li Amedê di konferansa Rojhilata Navîn de pêşniyar kiriye ku navê Faîk bidin kolanekê û got piştî sala şûnde rêveberiya şaredariyê ev xistiye jiyanê.


 MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM