Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di salvgera 19. a komploya 15’ê Sibatê de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ê li Strasbourgê meşeke navendî ya Ewrûpayê li dar bixin û banga beşdarbûnê li her kesî kir. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, “di şexsê Ocalan de ku 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navdewletî hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin û ev 18 sal in di girtîgeke giravê de bi tena serê xwe di tecrîdê de tê hiştin, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hatine hedefkirin, ev bi geşedanên siyasî yên ku niha têne jiyîn hatiye çespandin û komploya navdewletî ya ku xwe li ser înkara Kurdan ava kirî, gelên Rojhilata Navîn ji xwe re kirî hedef, bi 15’ê Sibatê re hate xwestin ku ev mebest were temamkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Naxwe rêya pûçkirina komployê ya ku li gelê me û gelên me hatiye ferzkirin, avakirina yekîtiya azad û demokratîk a Kurdan,  yekîtiya etnîk, dînî, mezhebî, çandî ya bi hemû reng û dengên Rojhilat Navîn ya bi rengekî azad û demokratîk di azadkirina Birêz Ocalan û di pêkanîna projeya neteweya demokratîk de ye”.
Di dawiyê de bang hate kirin ku ji rasteqîniya azadiya Ocalan di heman demê de azadiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê ye û hat xwestin ku hemû Kurdistanî, gelên peşverû, demokrat,  azadîxwaz, şoreşger di salvgera komployê de beşdarî meşa 11’ê Sibatê ya li bajarê Fransayê Strasboûrg bibin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN