Dema çeteyên DAIŞê roja 3ê Tebaxê êrişî Şengalê kirin, Celîleya 12 salî xwest ligel malbata xwe ji destê çeteyên DAIŞ´ê bireve, lê çeteyên DAIŞ´ê wê digirin û çend mehan dîl dimîne.

Celîle di hevpeyvîneke ligel HRW de dibêje: “Mêran em sexî dikir. Min ji wî zilamî re got, dema hun min sexî dikin, ez dixwazim biçim gel dayîka xwe. Tu çi ji min dixwazî? Piştî vê pirsê, 3 rojan destavête min.”

Çeteyên DAIŞ´ê hêjmarek keç û jin birin Sûriyê û li wir li bazaran firotin. Dilaraya 20 salî yek ji wan keçan e ku li nava xaka Sûriyê ligel 60 keçên din li saloneke şahiyan dihatin ragirtin. Wan keçan diyar kir ku rojane rastî destavêtinê dihatin, miamele bi wan re dikirin û wekî diyarî pêşkêşî kesên din dihatin kirin.

Du xwişkên di nava wê komê de dibêjin: “Me nekarî em pêşî li firotina xwîşka xwe ya 12 salî bigirin ku firotin kesekî ji Erebîstana Siûdî. Ji wê demê ve ti agahdariya me ji xwîşka me nîne.”

Bi hezaran jin û keçên Êzdî ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê ve hatin revandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) vî tawanî weke komkûjî bi nav dike. Heta niha zêdetirî hezar dîl ji destê çeteyên DAIŞ´ê reviyane û gihiştine Başûrê Kurdistanê. Piraniya kesên reviyane jin, zarok û kesên pîr û kal in. Mêrên Êzîdî bi xwe ji aliyê DAIŞ´ê ve hatin qetilkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN