Li navçeya Bismila Amedê welatiyê bi navê Tayîp Karagoz xwest navê 'Cîgerxwîn' li zarokê xwe bike, çû Midûriyeta Nifûsê ya Bismilê lê midûriyetê bi hinceta tîpên Kurdî 'x û w' ev daxwaza malbatê red kirin. Karagoz diyar kir ku xebatkarê nifûsê ji wî re gotiye 'ger navekî ku di nav de tîpên x, w, q' derbas nebe bide zarokê dê karibin nasname bidin, lê ji ber van tîpan nikarin nasname bidin'. Bav Karagoz bertek nîşan da û bêyî ku nasnameyê derxe careke din vegeriya malê. Karagoz anî ziman ku bêhiqûqê re rû bi rû maye.


Navê 'Warjîn' jî qedexe ye!

Bav Karagoz bibîrxist ku di demeke çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de, navên Kurdî qedexe ne û wiha bertekên xwe anî ziman: "Ez dixwazim bang li hikûmeta AKP'ê ku di pêvajoya çareseriyê de behsa pêşîlêvekirin, heq, edalet û wekheviyê dike, bikim; ger wekî bavekî Kurd ez nikaribim navê Kurdî li zaroka xwe bikim, wê demê em ê çawa behsa heq, edaletê bikin. Em ê behsa kîjan çareseriya demokratîk bikin. Derdikeve li hemberî Kurdan û dibêje; 'ez ê maf, nasname û zimanê we nas bikim'. Lê hê jî em li welatekî ku nav lêkirin qedexe ye dijîn."
Hat hînbûn ku 2 meh berê malbatekî xwestiye navê 'Warjîn' li zarokê xwe bikin lê heman Midûriyeta Nifûsê ji ber tîpa 'w' destûr nedaye malbat navê 'Warjîn' li zarokê xwe bikin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di cotmeha 2013'an de diyar kiribû ku dê bi riya 'Paketa Demokratîkbûyînê', astengiyên li hember hinek tîpan rakin. Lê ji ber ku heta niha di warê qanûnî de tu guhertin çênebûn, mijar nehat destgirtin, astengiya li hember navê Kurdî hêj ranebûn.

DÎHA/AMED