ZEYNEL BULUT

e-rojname/AMED

Keleha Zêrzewan, li ser rêya Amed-Mêrdînê û di sînorê her du bajaran de ye. Mirov li ser dîrok û mîmariya vê kelehê nikare ti agahiyan bi dest bixe. Dema ku ez çûm nav kelehê, careke din ez lê hayil bûm ku “Dîrok li ser xerakirin û xweparastinê ava bûye”

Ez li gundekî nêzî vê Keleha Zêrzewan ji dayik bûme û ji ber vê yekê her cara ku rêya min bi Amedê diket û dema ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçûm, min ev keleh didît. Kêm zêde hin agahiyên min li ser vê kelehê hebûn. Lê belê min qet derfet nedît ku biçim ser vê kelehê û lê bigerim.

Çend roj berê dema ez ji Mêrdînê vegeriyam Amedê min derfet dît ku biçim li vê keleha dîrokî bigerim. Ew dîtina min a vê kelehê min xist nav xweziyên ku ez berê hatibûma û min ev dîrok û şûnwar dîtiba. Min bi wênekêşa xwe dest bi kişandina wêneyan kir û min xwest her kevir û kuçeyên wê derê bikişînim. Lê belê ne pêkan bû ku min karîba ew qas wêne bikişanda. Lewma ji dûrî ve tenê wekî dîwarekî li ser piyan maye, xuya dike. Lê dema ez hilkişiyam ser kelehê, min dît ku hemû çiya şûnwarekî dîrokî ye û bi hemû heybeta xwe li pêşberî min e.

Sarinc, kewar, qesr û qusûr

Li ser hin xebatên lêkolînî dixwazim hin agahiyan li vir parve bikim. Keleha Zêrzewan, li ser rêya Amed-Mêrdînê û di sînorê her du bajaran de ye. 45 kîlometre dûrî navenda bajarê Amedê û 13 kîlometre jî dûrî navçeya Çinara Amedê ye. Keleha Zêrzewan li nava xaka gundê Kelê cih digire û xuya ye ku ev gund jî navê xwe ji Keleha Zêrzewanê digire. Li vir gelek avahiyên sererd û binerd hene, weke perestgeh, bîrên avê, embarên zad û xwarinê, korîdorên nepenî yên bin erdê û stargehên ku nêzî 400-500 kes dikarin xwe lê veşêrin hene.

Dîwarên kelehê bi qasî 12 metreyan bilind e û bi qasî hezar û 200 metreyî jî dirêjahiya xwe heye ku ev yek ji şûnwarên kelê yên wekî bi qasî 22 metreyî bilindahiya birca çavdêriyê, dêr, qesr, avahî, gorên ji kevir, hemam, embarên zad, embarên cebilxane û 54 bîrên avê yanî sarincî diyar dibin.

Tê texmînkirin ku ev keleh piştî zayînê (P.Z.) di sedsala 4’an de ji aliyê Împaratoriya Romayê ve weke qereqolekê, yanî baregeheke leşkerî hatiye avakirin. Li rojhilatê Împaratoriya Romayê, li hemberî êrîşên Persan/Sasaniyan weke artêşgehekê hatiye bikaranîn.

Baregeha Romayê

Keleha Zerzewanê li cihekî stratejîk hatiye çêkirin. Ji ber bilindahiya kelehê gera derdorê tê xuyakirin. Keleh di heman demê de li ser rêya bazirganiyê ya kevnar e, cihê baregeha leşkerî ya Romayê bûye. Keleh di heman demê da bûye qada şerên navbera Roma û Sasaniyan.

Navê kelehê di dema Romayê da “Samachî” bûye û di kîjan demê de dest bi çêkirina kelehê hatiye kirin hê teqez nîne. Piştî vedanan wê derkeve holê ku kîjan demê hatiye çêkirin. Tê texmînkirin ku ev keleh hetanî serdema îslamê (P.Z. 639’an), dihat bikaranîn û girîngiya xwe hebû.

Dema ku ez çûm nav kelehê, careke din ez lê hayî bûm ku “Dîrok li ser xerakirin û xweparastinê ava bûye”. Mirov matmayî dibe ku çawa bi avahîsaziyeke hêja, bi kevir û zinarên şehkirî ku bi hostetiyek mezin hatiye birîn û pirraniya her kevirek ji wan zêdetirî 500-600 kîloyî ye li ser hev bi hostayî hatibin lêkirin. A ku mirov diêşîne jî bênirxiya li dijî vê ked û hostetiya ku hatiye kirin û ev avahiyên dîrokî ku hatine hilweşandin û xirakirin e.

Bêgûman em sedem û paşverûtiya hilweşandin, yanî tunekirina şûnwarên bawerî, çandî û dîrokî di roja me ya îro de jî li Rojhilata Navîn dibînin. Ji Mûsilê bigire heta Palmîraya Sûriyeyê û heta avahiyên dîrokî yên li Sûra Amedê ku bi çi hişmendiyê hatin hilweşandin, em dibînin.  Lewre ne gengaz e ku ev keleh ji ber bêxwedîtiyê yan jî bi awayekî xwezayî xira bûbe, mimkûn e ku ji aliyê dijminatiya desthilatdaran a dîrokê, piştî binketina vê kelehê bi zanebûn hatibe hilweşandin. Lewre mînakên ku me li jor da, vê fikrê pişrtast û gengaz dike.

Şûnwar tên wêrankirin

Dema ez li kelehê digeriyam li derdora 10-15 ciwan jî hatin û geriyan. Xuyabû xwendekar bûn. Ji axaftinên ku di navbera xwe de dikirin xuyabû ku ew jî bi wêranbûna Keleha Zêrzewanê çiqasî diêşiyan. Bêguman gelek şûnwarên dîrokî li ser vê xaka Kurdistanê heye. Lê ji ber gelek sedemên cuda hatine wêrankirin, hilweşandin, an jî bi tunebûnê re rûbirû hatine hiştin. Lê belê tişta ku pêwîst bê kirin van şûnwarên dîrokî bi xebateke erdkolan derkeve holê û derfet hebe li gorî reseniya xwe ji nû ve bê avakirin û ji bo geştiya dîrokî bê amadekirin.

Têkildarî kelehê agahî kêm in

Ji ber ku xebatên bikêrhatî ên arkeolojîk û lêkolînên zanistî pirr dereng hatine destpêkirin (her çiqasî ku di sala 2014’an de hinek xebatên arkeolojîk hatibin destpêkirin jî xuya dibe ku ne xebatên zêde bibandor in), mirov li ser dîrok û mîmariya vê kelehê nikare tu agahiyan bi dest bixe. Ji sala 2014’an û vir ve, ji bo ku mirov bi hêsanî biçe serê kelehê, rêyeke wesayîtan jî hatiye çêkirin.