Walîtiya Colemêrgê a ser bi delweta Tirk de bi daxuyaniyekê got, îşev saet di 22.00’an de,  Walîtiya Mêrdînê got, qedexe wê saet 00.00’an de dest pê bike. Walîtiya Colemêrgê wekî din çûnûhatina navçeyê jî qedexe kir.


Li Geverê êrîşan destpê kir

Li Geverê piştî ku bi navê “qedexeya derketina kolanan” rewşa awarte hate îlankirin, beriya ku qedexe destpê bike êrîşan destpê kir. Çawa ku îlana qedexeyê hate kirin, hêzên dewletê bi topên hawanê êrîşî taxên Orman û Kişlayê kir. Di êrîşan de, rojnamegerên li ber Mala Gel jî di navde 4 kes bi sivikî birîndar bûn. Hate diyar kirin ku 4 kes ji deverên xwe yên cuda bi parçeyên şarapnelê birîndar bûne û rewşa birîndaran jî baş e. Welatiyên li taxê birîndar derman kirin.


Li Şirnex û Nisêbînê êrîş didomin

Li Şirnexê êrîşên hêzên dewletê ji pêr bi şev ve dewam dikin. Êrîşan pêr danê êvarê dest pê kir, û armanca wan bêhtir ew e ku welatiyan koçber bikin. Ji bajêr dengê çekên giran tê û balkêş e ku taxên hedef tên girtin taxên şên in.

Li Nisêbînê jî êrîşên hêzên dewletê li dijî taxan bênavber dewam dikin.


Operasyon bi dawî nebûye

Li navçeya Şirnexê Hezexê ku êrişên hêzên dewletê dewam dike, destûr nayê dayîn gel vegere malên xwe. Wezîrê Geşedanê yê dewleta Tirk Cevdet Yilmaz ê hate navçeyê, bi nûnerên saziyên dewletê re hevdîtin pêk anî. Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu li ser ranekirina qedexeyê û îdîayên “operasyon bi dawî bûye” nerazîbûn nîşan da û got: “Heke operasyon bi dawî bûye, qedexeyê rakin bila gel biçe malên xwe.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN