Xwepêşandanên protestoyî yên li paytexta Iraqê Bexdayê û bajarên Şîa yên li başûrê Iraqê tevî îstifaya Serokwezîr Adil Abdulmehdî dewam dikin. Di rojên dawî de ji ber êrişên çekdarî yên kesên nenas bi sûîqestê hin kes hatin kuştin. Piştî van êrişan xwepêşandanên şermezarkirinê bi giranî li dijî Îranê hatin kirin.

Li aliyekî xwepêşandan dewam dikin, li aliyê din jî lêgerînên ji bo avakirina hikumeta nû dewam dikin.

Li bajarê Necefê yê Şîa ku beriya du hefteyan avahiya sefaretxaneya bilind a Îranê lê hate şewitandin û li bajarê Kerbelayê xwepêşandan dewam dikin. Di rojên dawî de ji ber destwerdanê gelek xwepêşandêr hatin kuştin. Li Kerbelayê sê roj in hêzên dewletê di nava alarmê de ne.

Li paytext Bexdayê jî li herêm û qadên di destê xwepêşandêran de çalakî dewam dikin. Li meydana Tehrîrê çend roj berê ciwanek ji aliyê sekvanan ve hatibû kuştin. Li qada El Vesbeyê ku ciwan lê hate qetilkirin, çalakî dewam dikin.

Li Basrayê jî ku xwepêşandanên li dijî Îranê di asta herî bilind de ne, navê kolana Xumeynî bi navê Kolana Şehîdên Cotmehê ji aliyê çalakgeran ve hate guhertin.

ANF/BEXDA