
Piştî têkoşîna bi salan navê "Kurdistan" ku malbatan xwest li zarokên xwe bikin bi awayekî fermî hate erêkirin. Li navçeya Cirnêreş a Rihayê, di 30'ê tebaxa 2012'an de zarokeka Elîf û Yunus Toprak hat dinê û navê "Kurdistan" li zaroka xwe kirin. Midûriyeta Nufusê ya navçeyê piştî ku nav qeyd kir, derbarê dayîk û bav de li dozgeriyê gilî kir, Dozgeriya Komarê ya Cirnêreş ji bo betalkirina nav serî li Dadgeha Asliye Hiqûq a Cirnêreş da. Dadgehê bi hinceta ev nav wê ji bo zarokê û civakê bibe sedema aciziyan û xwest navê Hêlîn li zarokê xwe bikin. Malbat doz bire Dadgeha Bilind. Dozgeriyê jî biryara Dozgeriya Hiqûq Asliye di cih de nedît û got dê û bav xwedî wî mafî ye ku nav li zarokê xwe bikin û ji bo betalkirina nav qanûn nîn in.
18'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind di sedema biryara xwe de wiha got: "Di qanûnên heyî de nav li zarok kirin mafê dayîk û bav e. Her wiha nav biyanî be jî ev nayê wê wateyê ku nav bê guhertin." Her wiha di biryara Dadgeha Bilind de hat gotin ku hikmê hatiye dayîn ji bo paşnav jî derbasdar e û di warê hiqûqî de ne mimkun e dozgerî nav biguherîne û navê Hêlîn lê bike.
Biryareke dîrokî
Bavê Kurdistan, Yunus Toprak diyar kir ku ji ber biryara Dadgeha Bilind gelekî kêfxweş in û wiha got: "Li ser navê me, ji zaroka me re dê û bavtî kirin û xwestin nav biguherin. Pêwîstî nedîtin me guhdar jî bikin û ji salona mehkemeyê em avêtin derve. Dadgeha Bilind biryareke şaş sererast kir. Hêviya min ew e ku dozgeriya herêmî di biryara xwe de israr neke û em jî zaroka xwe bi navê wê mezin bikin. Her wiha ev biryar li gorî pêvajoyê ye. Ji ber vê biryarê êdî dikarin bi rihetî navê erdnîgariya ku lê dijîn bi nav bikin."
Parêzerê malbatê parêzer Bekîr Benek diyar kir ku di pêvajoyeke wiha de biryara Dadgeha Bilind girîng e û got: "Biryareke dîrokî ye. Saziya herî bilind ya hiqûqê bi kar anîna navê "Kurdistan" neyînî nedîtiye. Dayîna biryareke wiha ji bo hîqûqnasekî hêviyan zêde dike."
´Sozda Kurdistan´jî qebûl bû
Mînakeke din a bi heman rengî jî li Wanê rû da. Welatiyê bi navê Veysel Tosun ku li gundê Karahîsar ya navçeya Serayê Wanê dimîne di sala 1999'an de dema endamê HADEP'ê bû hat binçavkirin, eşkence dît û soz da ku ger bizewice wê navê "Sozda Kurdistan" li zarokê xwe bike. Lê piştî zewicî ji ber qedexeya navên kurdî ji bo sê zarokên xwe yên destpêkê nikare navê kurdî li zarokên xwe bike. Di sala 2011'an de keçeke wî çêdibe, navê 'Sozda Kurdistan' li zaroka xwe dike û xeyala xwe pêk tîne. Tosun anî ziman ku ji ber navê kurdî li Miduriyeta Nifusê rastî astengiyan hatiye û wiha got: "Dema keça min çêbû ji bo navê "Sozda Kurdistan" li zaroka xwe bikim çûm miduriyeta nifûsê. Memur ji min re got 'ma tu dîn î, naveke wiha nîne. Piştî têkoşîna hiqûqî ya bi salan Dadgeha Bilind navê "Sozda Kurdistan" qebûl kir û Tosun, navê ku dixwest li zaroka xwe kir.
Veysel Tosun destnîşan kir ku ji bo navê "Sozda Kurdistan" li zaroka xwe neke gelek zehmetî kişandiye û wiha got: "Ji bo ez dev ji biryara xwe berdim gelekî hatim mijulkirin. Ji bo vê yekê gelek belge ji min dan îmzekirin. Tenê ji bo daxwaza min pêk bê, min belgeyên ku îmze kir jî nenêrî. Bêyî ku wan belgeyan binêrim min hemû îmze kir." Ji bo ez navê ku ev bi salane dixwazim min li zaroka xwe kiriye gelekî kêfxweş im.
MURAT ÇÎFTÇÎ/HASAN YOLDAŞDÎHA/RIHA/WAN