
FARUK SAKIK
Piştî derbeya eskerî ya 12´ê Îlonê li Tirkiyeyê, li zindanan pêvajoyeke nû dest pê kir. Girtîgeh bûbûn wek kampên mirinê.
Bi hemû şêweyên êşkencê, dewleta Tirk a dagirker dixwest girtiyan dîl bigire. Bi van êrîşan herî zêde jî girtiyên PKK´yî yên li girtîgeha Amedê hedef hatibûn girtin. Hêzên dewleta Tirk a dagirker ji bo girtiyên PKK´ê li Zindana Amedê dîl bigirin, dest bi pêvajoyeke êşkenceyên taybet kiribû. Li girtîgeha Amedê êşkence li asta herî bilind bû. Roja 24ê sibata sala 1981´ê, bi Esad Oktay li zîndana Amedê vê pêvajoyê dest pê kiribû.
Girtiyên PKKyî yên di girtîgeha Amedê de, li hemberî êrîşên rejîma 12´ê Îlonê û siyaseta îmha û înkarê yên li dijî gelê Kurd, biryara pêvajoyeke nû da: Biryara “rojiya mirinê”.
Îdrîs Guzel: "Ji ber rewşa demê û ji ber rejîma cuntayê, êşkence bi navber dewam dikir. Hetanî 14ê Tîrmehê vê wiha dewam kir. Lê ji bo çareseriyê hewldanek hebû. Lê bi çalakiyeke çawa? Bi rêbazeke çawa?."
Sakîne Cansiz: "Temamê rêbazan hatin ceribandin, li hemberî rawestandina fiîlî, qebûl nekirin lê êşkence hatibû qûnaxake wusa ku edî tu rêbazê bandora wê êşkenceyê nedida rawestandin. Rojiya mirinê çalakiyeke dijwar e, hêdî hêdî bi helandinê mirov têdikoşe. Êşkenceya dijmin a fiîlî û psîkolojîk heye. Lê li gorî van, maratonek wiha dûr û dirêj ku di rojevê de ma, yekane alternatîf bû."
Li dadgehê dengek bilin dibû…
“Em biqasî ku di ber wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.” Berxwederê rojiya Mirinê Kemal Pîr wisa digot. Li zindanan êşkence û bêdadî li derve bêdengî û bê elaqedarî hebû. Girtiyên zindana Amedê ji bo pêşî girtina li vê pêvajoyê di nav hewldanan de bûn. Bi tenê rêyek û hêviyek wan hebû, ew jî çalakiya rojiya mirinê bû. Hemû amedekariyên xwe ji bo roja dadgehê kiribûn û ew roj jî hatibû. 14’ê Tirmeha 1982’yan li Amedê, li dadgehê dengek bilind dibû.
... Mirov ji bo parastina rûmet û nirxên xwe jiyana xwe didin ber çavên xwe. Em ê sûcên mezin ên li vir pêk tên, raxine ber çavên raya giştî. Ji bo mehkûmkirin û rakirina xiyanet û teslimiyetê, Mazlum Dogan û Çaran gavên pêşeng in. Wê li vir raneweste, wê bimeşe. Li vê derê her cureyê êşkenceyê li ser me tê meşandin, ti wateya jiyanê nema. Ez niha eşkere dikim ku ji bo protestokirina van kiryarên hovane ji vê demê û bi şûn ve dest bi çalakiya Rojiya Mirinê dikim...
Ev dengê Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Mehmed Xeyrî Durmuş bû. Xeyrî Durmuş, 14 Tîrmehê, di doza Hîlwan û Sêwrekê a li Dadgeha Ewlekariya Dewletê de, ragihand ku ew dest bi rojiya mirinê dike. 14ê Tîrmehê maratona berxwedanê dest pê dikir.
Mustafa Karasû jî wê rojê li dadgehê bû: "Xeyrî bi israr dest bilind dikir. Serokê dadgehê jê pirsî tu çi dixwazî? Xeyrî dibêje, hin tiştên girîng ez ê bibêjim. Dadgeh jî qebûl dike. Xeyrî diçe ser kursî û dibêje, ez dest bi rojiya mirinê dikim û ez ê heta dawiyê jî bibim."
Ji şahidên demê yek jê jî Îdrîs Guzel bû: “Gardiyanan dest werda. Digotin, bê deng bin, ranebin. Bi copan dest bi lêdanê kirin, li pêşiya heyeta dadgehê. Di destpêkê de ew di nava tirs û xofê de bûn, mat man.
14ê Tîrmeha sala 1982´an, kadroyên peşeng ên PKK´ê Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mustefa Karasu, Fuat Çavgun, Alî Kiliç, Bedrettîn Kavak û Hamîd Kankiliç jî tevlî rojiya mirinê bûn.
Piştî biryara çalakiya rojiya mirinê leşkeran êrîş bir ser çalakvanan, ji bo ku hin kesên din jî tevlî vê çalakiyê nebin.
Îdrîs Guzel: “Li girtîgehê çiqas gardiyan hebûn, 100-200 gardiyanî êrîşî wê komê kir. Digotin, we çima li dadgehê daxuyaniyek wiha daye. Demeke dirêj wê êrîşê dewam kir. Dest bi tehdîtan kirin. Digotin, kuro di nav we de mêrxasekî din ê ji xwe bawer heye ku biçe rojiya mirinê."
Hêzên dewleta Tirk ji bo çalakî berfireh nebe ketin nav helwdanan. Hevdîtinên bi malbatan re hatin rawestandin. hevditina parêzeran hat birrîn. mehkeme hatin rawestandin. Ji bo ev çalakî neyê bihîstin. Têkiliyên nav qawişan hatin birrîn. Li hember van kirinan, rojiya mirinê hem li derve hem jî li hundir bandoreke mezin çêkir.
Hesin zingar girt, heliya, me karî xwe bigirin
Îdareya dagirkeran li zindanê di kawîşan de û di hûcreya 35´an de êşkence dewam dikir. Belê li hember vê berxwedanê, îşkencekar jî matmayî bûbûn
Îdrîs Guzel: “Bi me re şêwazgirtineke îdîolojîk heye, rêçek heye, heger ew rêç nebe, em ê nikaribin xwe bigirin. Ango jêdera xwegirtina me ew der e, ji wê derê rih digire, zadê xwe digire. Li wê derê hesin zingar girt,heliya, lê me karî xwe bigirin.”
Ji bo şikandina berxwedanê hin soz dîsa dihatin dayîn lê ji ber bawerî êdî bi van sozên wan tine bû, rojiya mirinê heta dawiyê dewam kir. Carinan bi devkî soz didan ku ew ê van daxwazan bînin cih.
Li girtîgehan piştî destpêkirina çalakiyê, gardiyan û rêveberên girtîgehê ji bo têkbirin û sabotekirina çalakiyê diketin nav helwdanan.
Karasû: “Çavên Kemal piştî rojên 40´î êdî nabînin. Qet ji me re negot. Berê jî di greva birçibûnê ya Adara 1982´yan de cih girtibû. Ji wê demê ve digot, ez kêm dibînim. Bijîşk wî muayene dike, li Kemal dinêre, Kemal li cihekî din dinêre. Piştî wê, tê fêmkirin ku çavên wî nabînin”
Kadroyên pêşeng ên PKKê, piştî roja 45´an rakirin nexweşxaneyê. Ji çalekvanan Mustafa Karasû waha behsa wan saetan dikir: "Dema ku em di hucreyan de bûn, li aliyê min ê çepê Xeyrî li aliyên din Fuad Kav hebûn. Ez birim nexweşxaneyê. Min deng kir, Akîf li wê derê bû. Min jê pirsî çi heye çi tine, got, qasekî berî te li wî cihî hevalê Xeyrî şehîd bû. Min pirsa saetê jê kir, got çavê min nabînin. Roja ez çûm wê derê roja 59´an bû û çavên wî jî êdî nedidîtin. Av didanîn navbera me, nikaribû avê rake û vexwe, min av jê re bilind dikir, wî devê xwe vedikir min av diniqutand devê wî."
Roja 7´ê Îlonê Kemal Pîr, 12´ê Îlonê Xeyrî Durmuş, 15´ê Îlonê Akif Yilmaz, 17´ê Îlonê jî Alî Çiçek jiyana xwe ji dest da. Di rojên dawî de daxwazên wan hatin qebûlkirin.
Piştî çalakiyê rejîm û êşkencekar neçar man bi paş ve gav biavêjin û êşkenceyan bidin rawestandin. Girtiyan hin maf jî bi dest xistibûn. Lê 14´ê Tîrmehê ne tenê li dijî kirinên li zîndanan hatibû lidarxistin, di heman demê de ji bo çarenûsa Kurdan a ku berjêr diçû bide rawestandin, hatibû destpêkirin. Û gihîştibû armanca xwe.
14ê Tirmehê, rojiya mirinê mafê xweparastinê afirand. Bi taybetî armanc û hedefa çalakiyê parastin bû. Ji wê demê ve êdî li hember zilm û zordariyê ev çalakî wek mînak hat dîtin. Bandora vê çalakiyê li her derê Kurdistanê belav bû. Çalakvanên vê berxwedanê mîrasek li pey xwe hiştibûn: di her rewşê de mutleq rêyek heye ku mirov pêvajoyê bide rawestandin. Heger di dawiya vê çalakiyê de mirin jî hebe. Wan bi şehadeta xwe dirûşima “Berxwedan Jiyan e” dabû îsbatkirin.