Piştî vê berxwedana dîrokî navê şervanên YPJ'ê dinyayê bû mijara sereke. Welatiya bi navê Bêrîvan Şahîn jî wek bi hezaran welatiyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DIAŞ'ê welatê xwe terk kiriye hatiye Pirsûsê û li konbajarê Şehîd Gelhad dijî. Şahîn ji ber ku şervanên YPJ'ê di şerê Kobanê de berxwedanek bêhempa dimeşîne navê "YPJ" li keça xwe kir.

´Jinên YPJ'ê rûmeta me ne'

Şahîn bi lêv kir ku ji ber YPJ ji bo wan şerê rûmetê û dozê dike navê YPJ'ê li keça xwe danî ye. Şahîn da zanîn ku şervanên YPJ li cihanê bû ye mijara sereke û êdî her kes şervanên YPJ'ê nas dike. Şahîn got: "Dema ez ji Kobanê hatim du zarokên min hebûn. Ez hatim vir xwedê ev keç dan min. Berî bebika min bê dinyayê min ji xwe re biryar da bû. Dema kur çê biba minê YPG, keç çêbiba dê YPJ daba. Keçik çêbû min jî navê YPJ lê kir. Di berxwedana şerê Kobanê de me jî gelek şehîd dan. YPJ/YPG rûmeta me ye. Ez bi bawerim ku keça min YPJ, dê tola van şehîdê me ji van çeteyên qirêj ve bistîne."

Şahîn destnîşan kir ku ne ji şervanên YPJ/YPG'ê ba, dê çeteyên hovanê yên DAIŞ'ê gelê Kobanê hemû qetil bikirana û hebûna xwe girêdayî şervanê YPJ/YPG'ê ye. Şahîn diyar kir ku ji bo navê YPJ'ê neyê jibîrkirin navê keça xwe lê kiriye.

DIHA/RIHA