
Dewleta Tirk a dagirker, û rûyê rejîma wê ya nû AKP, weke rejîma beriya xwe, xwe li Kurdî û rengê Kurdistanî ranegire. Doh berê sibehê, dewleta Tirk bi tevahiya dagirkerî û mêhtingeriya xwe berê tîrên zilma xwe da dezgehên çapemeniya Kurdî. Ajansa nûçeyan Dîhaber a ku bi Kurdî û Tirkî nûçe digihandin dezgehên ragihandinê, tekane rojnameya jinan Gazete Şûjin a bi Kurdî û Tirkî weşan dikir û yekane rojnameya bi Kurdî li Tirkiyeyê Rojeva Medya ji ber xezeba dagirkeran, doh hatin girtin.
Dewleta Tirk û hikûmeta wê ya AKP´ê di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de, du biryarnameyên di hukmê qanûnê (KHK) de weşandin. Bi van her du biryarnameyan rojnameya Rojeva Medya, Gazete Şûjin û Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medya-Amed (Dîhaber) hatin girtin.
Piştî vê biryara nîvê şevê polîs û mufetîşên Tirk avêtin ser avahiya ajansa Dîhaberê ya li navçeya Amedê Yenîşehîrê û mohr li deriyê wê xist. Di dema mohrkirina deriyê navendê de, gelek polîs û wesayitên zirxî li dora avahiyê bûn.
Dema nûçeya me dihat amadekirin, polîs û mufetîşên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan navenda Gazete Şûjinê ji bo deriyê wê jî mohr bikin.
Çapemeniya Azad wê bêdeng nebe
Piştî biryara girtina van dezgehên çapemeniyê yên Kurd, Rojnameya Şûjinê daxuyaniyek da û got, çapemeniya azad wê ti carî bê deng nemîne.
Tekane rojnameya jinan Gazete Şûjin nerazîbûna xwe biryardariya xwe ya berxwedanê bi gotinên “em hebûn, hene, em ê hebin!” îfade kir.
Şûjinê bi bîr xist ku wan bi dirûşma “bi niyeta şûjina di zimanê çapemeniyê de” wan Kanûna 2016’an dest bi weşana xwe kiriye û 25’ê Tebaxa 2017’an bi KHK’yekê hatine girtin.
Şûjinê da zanîn ku ew bûne dengê welatiyên li Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê û Heskîfê ku malên wan hatine xerakirin; bûne dengê daristanên Dersimê, Licê, Mêrdînê ku têne şewitandin. Bûne dengê gundiyên Xerabê Bava ku êşkence li wan hatî kirin; bûne dengê Muhammet, Furkan, Pakîze Hazar, Kemal Kurkut.
Gazete Şûjin herî dawî jî got: “Çapemeniya azad wê bêdeng nemîne. Em hebûn, hene, em ê hebin! Bi niyeta ku bibe şûjina di zimanê çapemeniyê…Gazete Şûjin.”
Rastî wê di tarîtiyê de nemîne
Dîhaberê jî bi daxuyaniyekê got,“Dîhaber ji ber ku got, ‘wê rastî di nava tarîtiyê de nemîne’ di nîvê şevê de hate girtin.”
Dîhaberê bi bîr xist ku desthilatdariya AKP’ê bi tenê 9 meh û nîvan karîbû xwe li hewldana dîhaberê ya ji bo ronîkirina rastiyê, ragire û wiha dewam kir: "Di nava vê demê de malpera dîhaber a înternetê 15 caran hate qedexekirin, êrîş li xebatkarên wê hatin kirin, hatin binçavkirin û girtin. Li hemberî tarîtiya Rewşa Awarte û biryarnameyan, kevneşopiya çapemeniya azad bi biryardarî dewam kir û gav paş ve neavêt."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Dîhaber a ku ji roja destpêka weşana xwe ve ji bo ‘ronîkirina rastiyan’ li şûna pîvanên Rewşa Awarte, ji xwe re ‘pîvanên gerdûnî yên rojnamevaniyê esas girt’ hate girtin. Rojnamevanên ku pîvanên rojnamevaniyê bi tecrûbeyên xwe yên çapemeniya azad kirine yek, wê israra xwe ya di ‘rastî wê di nava tarîtiyê de nemînin’ bidomînin."
NAVENDA NÛÇEYAN