Beriya vekirina Navenda Çandê bi sedan welatî li qada navendê kom bûn û li ber def û zurneyan govend gerand. Di saeta vekrinê de hêjmara girsê zêdetir bû. Di vekirinê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê M. Siddik Yildirim, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Şaredara Geverê ya berê Ruken Yetişkin, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Vekirina Navenda Çandê ji aliyê endamên Dayikê Aştiyê ve hate birîn. Piştî qurdele hate birîn, mêvan li salona Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran geriyan. Piştî vekirinê konser hate dayîn. Li qada merasimê pankarta "Em hûm KCK'î ne", "Huner lêgerîna heqîqetêye", "Huner watekirina evîneke qedexe ye", "Çand Ronahiya civakê ye" û "Ji tecrîda Îmraliye re bes e" vekirin. Disa posterên Yildirim Ayhan û Aydın Erdem hatin daliqandin. Di merasimê de Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, anî ziman ku ew hewl didin ku gelê colemêrgê ji xizmetê mahrûm nekin û ji bo bibin bersîva daxwazên gel dê tiştê ji destê wan bê bikin. Bedîrhanoglu, anî ziman ku ger nasnameyek gelekî pêş bikeve dê b çand û hunerê pêş bikeve û ew dê piştgiriya xwe ya ji bo çand, huner û ziman bidomînin û wiha got: "Niha 6 mîlyon TL deynê şaredariyê li welatiyan e. Ji kerema xwe re me nekin mohtacê dewletê û deynê xwe yê şaredariyê bidin. Ger ku hûn deynê xwe bidin em dê xizmeten baştir bikin."
Piştî axaftinê Koma Gulên Xerzan, Rojbîn û Kadir Çat derketin ser dikê û konser dan. Merasim bi govendê bi dawî bû.


 DÎHA/COLEMÊRG