Ehmed da zanîn ku niha deswerdana leşkerî ya di Sûriyê de di rojevê de ye û got; “Hêzên derve bi çaveke din li Sûriyê dinerin û berjeweniyên xwe di ser gel re dibînin.”

Di civîna bi gel re têkildarî êrîşên komên çete yên li dijî Rojavayê Kurdistanê Ehmed diyar kir ku êrîşên li dijî Rojava bi biryara gelek hêzên siyasî ku ji navendekê biryarê didin pêktê û  Cebhet El-Nusra jî dardestê wan hêzaye. Ehmed da zanîn ku daxuyaniyên Serokê Koalîsyona Hêzan Muxalefeta Sûriyê Ehmed El-Cerba yên wekî ‘herêmên Kurdî li Sûriyê tune ye’ û daxuyaniya Endamê Meclîsa Leşkerî ya Helebê Ebdulcebat El-Igêlî ku di got ‘em ê Kurdan tune bikin’ helewesta van hêzan a li dijî Kurdan nîşan dide.
Derbarê hevdîtinên di navber Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê û Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefeta Sûriyê  Ehmed ev tişt gotin;  “Hewl didin bê Kurdan li ser îrade gelê Kurd biryara bigrin. Lê tu hêzên îrade gelê Kurd temsîl nake, nikarin derbarê çarenûsa gelê Kurd peymanan îmze bike. Gelê Kurd tenê dikare vê biryarê bistîne.” Têkildarî Ambargoya li ser Rojava Ehmed diyar kir ku girtina deriyê Sêmalak,  girtina riyên din ji aliyê Tirkiyê, rêjîm û muxalefetê bi armanca şikandina îredeya gelê Kurd pêk hatiye û navenda wan yeke.

TIRBESPIYÊ