Di şahiyê de serokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan û cîgirê wî Husên El-Ezam, hevserokê buroya karûbarên olan şêx Mimemed El-Qadirî, Fermandara Hêzên Parastina Civakî Bêrîvan Mustefa, her wiha  YPG/YPJ′ê û hêzên asayîşê û bi dehan şêniyên bajarê Amûdê, amade bûn.

Deriyê navendê ji aliyê hevjîna şehîd Mehmûd Kêlo Nesrîn Kêlo ve di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên silavkirina berxwedana YPG/YPJ`ê hat vekirin.

Paşê Fermandara HPC-Jin a Kantona Cizîrê Bêrîvan Mustefa axivî û Roja Kobanê ya cîhanê li gelê Kurd û beşdaran pîroz kir, her wiha vekirina navendê li Endamên jin ên Hêzên Parastina Civakî, pîroz kir. Berîvan destnîşan kir ku bi saya raman û fesefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin ji koletî, qeyd û hişmendiya baviksalariyê, rizgar bûye û beşdarî hemû qadên qadên civakê bûye û wiha aixvî: ″Jinê di nava xebatên leşkerî de cih girt, da welatê xwe biparêze, civaka azad û jiyana hevbeş ku di nav de hemû pêkhateyên civakê cih bigirin, ava bike.″

Şahî bi dîlan û durişmeyên silavkirina berxwedana jinê û berxwedana Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bûn. 


AMÛDÊ