Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştî rêzgirtinê Rêvebera Navenda Hûrî Rûken Agirî axivî û salvegera vekirina navendê pîroz kir. Rûken Agirî got, gelek aliyên ku dixwazin çanda wan tune û winda bikin hene, lê ew jî bi israr in ku vê çandê heta dawiyê biparêzin û bi pêş bixin.
Paşê Koma Mûzîkê a Şehîd Rustem Cûdî çend stran û Koma Şano ya Şehîd Yekta jî du şano pêşkêş kirin.
Şanoya yekê li ser girîngiya ziman û xwedîderketina li zimanê dayikê bû û ya din jî taybet bi rewşa rojane ya gelê Rojava bû. Piştî şanoyan jî Koma Şehîd Leyla dîlanek pêşkêş kir û Koma Mûzîkê ya Şehîd Enes jî şahî bi stranan bi dawî kir.
AMÛDÊ