
Li Navenda Çand û Hunerê ya Mehmet Uzun a ku 3 sal berê ji aliyê Şaredariya Şemrexê ve hate vekirin gelek tişt hene. Navenda Çand û Hunerê li Qada Cumhuriyetê ye û di ketina navendê panoya li ser nivîsî "Hûn bi xêr hatin" heye. Li dîwarên avahiyê de posterê Êhmedê Xanî yê mezin cih digire û tabloyên şagirtan çêkirin cih digirin. Li panoyan jî çîrokên jiyana Ahmet Kaya, Orhan Dogan, Êhmedi Xanî, Aram Tîgran, Mehmet Uzun cih digirin. Navenda çandê bi Kurdî û tirkî xizmetê dide û li navendê qursên gîtar, tembûr, satranç, resîm û şanoyê tên dayîn. Kursên mehek berê dest pê kirin heta naha 70 kesan serî lê dan û di nav kesên serî lêdan ji 12 saliyê heta 30 saliyê kes hene. Hefteyê 4 rojan kurs tên dayîn û 3 mehan carekê kurs tên nûkirin. Navenda çandê ji bo ciwanên Şemrexê navenda li hev hatinê ye.
Endamê Meclîsa Şemrexê û Koordînasyonê Çand û Hunerê yê Mehmet Uzun Nîzam Kapan, diyar kir ku 3 sal berê wan li Navenda Çand û Hunerê bi piştgiriya plansaziya dewletê xebat dimeşandin ê pişt re dewletê piştgiriya xwe birî. Kapan, anî ziman ku niha bi derfetên xwe li ser piyan radiwestin. Kapan, da zanîn ku bi destpêka mehên havînê li gel kursên heyî dê hinek kurên din vebikin. Kapan, bilêv kir ku ew dê kursên folklor û erbanê vekin. Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş, diyar kir ku li naçveyê di qada civakî de gelek li paş mabû. Aktaş, anî ziman ku li navçeyê tu navêndên sînema û şanoyê tunebû.
SERKAN KURT-DÎHA/MÊRDÎN