Di merasîmê de Dayîkên Aştiyê, endamên PYD’ê, Yekîtiya Star û Meclîsa Gel amade bûn. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Cîgirê Serokê Meclîsa Gel a Qamişlo Elî Sor axivî û li ser girîngiya komunan rawestiya.
Elî Sor, anî ziman ku komun feraseta navendîparêziyê red dike, lewre hîmê sereke yê civakê ne û divê li hemû taxan bêne vekirin. Elî Sor destnîşan kir ku pirsgirêkên civakê bi riya van komunan bi awayekî lezgîn dikarin werin çareserkirin.
Piştî axaftinan navend ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hate vekirin.
Di merasîmê de her wiha endamên Komûna Şehîd Delîl hatin zêde û erêkirin. Di komûnê de 4 komîteyên bi navê komîteya jinan, komîteya lihevanînê, komîteya parastinê û komîteya aboriyê hene. Komûn wê hewl bide ku bi riya van komîteyan pirsgirêkên taxê çareser bike.
QAMIŞLO