Komeke îtalyan ku ji 8 kesî pêk dihat û di nav de rojnameger û aktîvîstên aştiyê jî hene hatin xeta sînor û tevlî çalakiyan bûn.
Ji komê Luca Manyo yê 29 salî da zanîn ku ew ji bo piştgiriya berxwedanê hatine vir û diyar kir ku Şoreşa Rojava di serî de ji bo jinan û hemû gelê bindest qadên nû yên jiyanê vedike. Manyo da zanîn ew dixwazin modela jiyana azad a bi Şoreşa Rojava re derketiye holê û çanda berxwedêr a li Kobanê tê jiyîn bibin Ewropayê û got: “Navê koma me jî Koma Piştevaniya bi Rojava re ye. Heta ji destê me bê em ê ji bo Kobaniyan bibin alîkar. YPG û YPJ’ê canê xwe dane holê. Em jî dixwazin bibin alîkar."
Manyo da zanîn ku gelên Ewropayê der barê mijara Şoreşa Rojava de ne xwedî agahî ne û destnîşan kir ku ew ê hem rastiya gelê Rojava û hem jî rûyê qirê yên çeteyên DAIŞ’ê nîşanî gelan bidin. Manyo bêdengiya Ewropayê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê rexne kir û got ku sedema vê jî têkiliya dewletên Ewropayê ya bi bi Tirkiyeyê re ye.
Manyo da zanîn ku yekana hêza ku bi yekîtiya gelên Rojhilata Navîn şer dike PKK ye û got: “Em dizanin ku PKK ne rêxistina terorê ye. PKK ji bo wekhevî û biratiya gelan tê ikoşine. Yekane rêxistina ji bo rûmeta gel şer dike. Ewropa dibêje qey hemû şerên li Rojhilata Navîn ji bo demokrasiyê tê kirin. Yên ji bo demokrasî û rûmeta mirovahiyê têdikoşin Kurd in.”
ANF/RIHA