
Nexweşxaneya Kobanê zêdetirî 2002 rewşên tendurûstiyê derman kirine û 59 kes emeliyat kirin.
Heyva Sor a Kurd li Kantona Kobanê bi mehan ji bo vekirina nexweşxaneya Kobanê amadekarî kir. Nexweşxane di 23`yê Îlonê de bi merasîmekê hate vekirin. Bi sedan şêniyên Kobanê û gundên wê tevlî merasîmê vekirinê bûn. Nexweşxaneya Kobanê li Kantonê ya herî mezin e. Vekirina wê di aliyê tendurûstî de yek ji gavên mezin ên di qada tenduristiyê de ye. Li bajarê Kobanê ji derveyî nexweşxaneya Kobanê 4 nexweşxane û navendeke Heyva Sor a Kurd hene. Her wiha li gundên Kantonê 6 navendên tendurûstiyê ku xizmeta şêniyên Kantonê dikin, hatine vekirin.
Nexweşxaneya Kobanê pere ji nesaxên xwe nagire û bê pere xizmeta şêniyan dike.
NÛRŞAN ÎBRAHÎM / ANHA / KOBANÊ