Beriya 800 salan Ebûlîzê Cizîrî bo Qesra Artûklû ya Îçkaleya Amedê hate gazîkirin. Ebûlîzê Cizîrî bi xebatên xwe yên yên li vir ên zanîstî û yên der barê baweriya Îslamê de navê xwe li dîrokê nivîsand. Lê li heman cihî îro hestiyên mirovan derdikevin.
Vê derê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatiye bikaranîn û xebatên kolandinê berdewam dike, tê diyarkirin ku dê hestiyên mirovan ên ji bin axê derdikevin zêdetir bibin. Jixwe dozgeriyê birayra kolandina wê derê hemû da.
Ebûlîzê Cizîrî di sala 1136’ê de li taxa Tor a Cizîra Botan ji dayîk bû. Di wê demê de Artûklû li ser Amedê desthilat bûn û ew Ebûlîzê Cizîrî vexwendin vê dera ku niha jê re dibêjin “Îç Kale”. Fîzîkvanê navdar Ebûlîz weke dahiyên herî mezin ê sîbernetîkê tê zanîn, di sala 1233’ê de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da.
Ebûlîzê Cizîrê zaynarê yekemîn ku warê zanîsta sîbernetîk û robotan de xebat kiriye, di encama xebatên xwe yên li Îçkaleyê de berhema xwe ya bi navê Kitab-ul Hiyel amade kir. Di vê pirtûkê de behsa zêdetirê 50 cîhazan dike. 15 kopiyên vê pirtûkê hene, 10 ji wan li muzexaneyên cuda yên Ewropayê ne û 5 ên din jî li pirtûkxaneyên Topkapi û Suleymaniyeyê ne.
Ev cihê ku beriya 800 salan navenda zanîstê ya Ebûlîzê Cizîrê bû, Osmanî û komara Tirk ji xwe re weke cihê cebilxane û girtîgehan bi kar anî. Beriya komarê, Mustefa Kemal hate Amedê û biryargeha leşkerî li vir danî.Piştî avakirina komarê, dêra li Îçkaleyê jî weke cebilxane bi kar anî û avahiyên din jî weke parleşker ( baskên artêşê) hatin bikaranîn. Cihên din jî bûne avahiya edliye, fermandariya cendirmeyan û Muzexaneya Ataturk.
Piştî ku rêxistina kontrayî JÎTEM di sala 1987’ê de bi agahiya Serfermandariya Tirk hate avakirin, li vê derê dest bi xebatên xwe kir. Vê derê kirin cihê lêpirsîn û kuştinan.
Fermandarên Tirk ên weke Albay Arif Dogan, Binbaşi Cem Ersever, Albay Aytekin Ozen, Binbaşi Cahit Aydın, Albay Nurettin Ata, Binbaşi Abdulkerim Kirca, Binbaşi Cemal Temizoz û Ali Yildiz, Ersin Bacaksiz, Zahit Engin li vê derê fermandartî kirin. Jîtemê li vê derê bi kuştina Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin dest bi înfazê kir. Piştî wê jî nivîskarê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) û bi hezaran rewşebîr, karsaz, rojnamevan û nivîskarên Kurd hatin kuştin.
Vê rêxistinê dikarî her tiştê bike, ne Emniyet û ne jî Dozgerî dikarî xwe têkel bike. Navenda JÎTEM’ê jî li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê bû.
Cara yekem hate bihîstin ku JÎTEM’ê di 22’ê nîsana 199+!ê de M. Şerîf Avşar revandiye û biriye Komên Fermandariyê yên Amedê û Fermandariya Cendirmeyan a li semta Sarikapiyê.
Avşar ji kargeha xwe ji aliyê qorucî û çawişeke pispor ve hatibû revandin, piştî ku malbatê bihîst, di çapemeniyê de cih girt. Parlementerê DYP’ê yê wê demê Salim Ensariloglû ji bo serbestberana Avşar bi Serokkomarê demê Suleyman Demîrel re hevdîtin pêk anî, lê dîsa jî Avşar nehate berdan û hate kuştin.
Rêxistina JÎTEM’ê ya ku heta niha jî hebûna ji aliyê dewleta Tirk ve tê înkarkirin, piştî Amedê, li Mêrdîn, Şirnex û Êlihê belav bû û li Kurdistanê bi hezaran kes qetil kir. Kiryarên vê rêxistinê heta sala 1999 jî berdewam kir.
Herêma Deriyê Sarayê ya li nav Sûrên Amedê ku demekê ji aliyê dewleta Tirk ve weke girtîgeh û navenda JÎTEM’a ku bi fermana dewletê 10 hezaran Kurdên sivîl kuşt, dihat bikaranîn, di dema xebatên restorasyonê yên di sala 1999 de ji aliyê ‘Wezareta Geştyarî û Çandê’ ve tên kirin de hestî û qaqotên mirovan hatin dîtin. Hestî û pirûsk û 6 qaqotên mirovan ên hatin dîtin, dozgeriyê di tûrikan de da komkirin û bir.

Komeleya Mafê Mirovan Şaxê Amedê piştî serlêdanên malbatên wendahiyan, daxwaz kir ku xebatên kolandinê li garaj û qada Fûtbolê ya JÎTEM’ê jî bê bedewamkirin. Serdozgeriya Amedê jî biryar da ku her derê Îçkaleya dîrokî bê kolandin.

ANF/AMED