Di çarçoveya kar û xebatên jinan di civakê de, endamên jin ên Şaredariya Gel a taxên rojavayê bajarê Qamişlo navendeke zaorkan bi navê Şehîd Emîne bi amadebûna Hevseroka Şaredariyê û endamên jin û bi dehan welatiyan bi merasîmekê vekirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê Cozêf Lehdo, Hevseroka Şaredariya Gel a taxên rojavayê bajarê Qamişlo Cîhan Yûsif û li ser navê Meclîsa Gel a taxa Kornîş Emel Şemdîn axivîn.

Axaftvanan vekirina navenda hembêzkirina zarokan li taxa Kornîş pîroz kirin û diyar kirin ku ev navend dê bibe navenda pêşxistina afrîneriya zarokan û dê alîkariya dayîka di pêşxistina zarokan de bike.

Di dawiya merasîmê de Koma Nûpelda ya girêdayî Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hin stranên xwe yên folklorîk pêşkêş kir. 


 QAMIŞLO