Di merasîmê de Rêvebera Yekitiya Jinan a Suriyaniyan Sîham Qeryo axivî û diyar kir di herêmê de guhertin çêdibin û rewşa jina niha di halekî baştir deye. Qeryo, destnîşan kir ku jina azad niha serkêşiya hemleya demokratîk dike di herêmê de û xwest hemû jin rêxistina xwe xurt bikin û xwedî li vê pêngava dîrokî derkevin.
Piştî axaftiya Qeryo, Seroka Yekitiya Suryaniyan Şamîram Şemûn axivî. Şemûn da zanîn ku jinên herêmê û bi taybet jinên suryanî di rewşeke dîrokî de derbas dibin û xêrhatina hemû mêvan kir. Şemûn bang li hemû jinên herêmê kir ku ji bo azadiya xwe têbikoşin û nehêlin hêzên kapîtalîst keda jinê ya bi hezaran salan desta ser bikin.
HESEKÊ