
Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman ragihand ku Tirkiyê li ser du xalan pêwîstiya xwe bi Herêma Kurdsitanê heye û wiha got; “Bi vê serdana Serokwezîrê Tirk re wê hinek tişt werin kirin lê naveroka wê eşkere nakin.”
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yîldirim wê îro (şemi) serdana Bexda û Herêma Kurdistanê dike. Tê payîn ku ev serdan li ser çend pirsan wê pêkwere. Der barê serdanê de siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman ji ajansa me re axivî û got; “Bi vê serdanê re wê hinek tişt werin kirin lê naveroka wan nayê eşkerekirin.”
Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman wiha got; “Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê giringe û serdana berpirsên Tirkiyê ji bo Herêma Kurdistanê asayî dibînim. Bi vê serdanê re wê hinek tişt werin kirin lê belê naveroka wê nayê eşkere kirin.”
Di dawiya axaftina xwe de siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman wiha got; “Tirkiye bi du beşan pêwîstî bi Herêma Kurdistanê heye. Yek ji wan peywendiya xwe bi aboriyê ve heye ya din jî pirsa PKK ye. Ji ber ku Tirkiye bê navber dinava hewldanên dijminahiya PKK’ê de ye. Ew kar û hewldanên Tirkiyê dijî PKK’ê dike karekî ne başe û pêwîste em agahdar bîn.”
HANA AZAD / ROJNEWS/ HEWLÊR