Bedran Çiya Kurd: Projeyên Rêber Apo li gor rewşa heyî, tekane reya çareseriyê ji bo hemû gelên herêmê ye. Ev jî xwe di Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de dide der.
ERDOGAN ALTAN / MA / QAMIŞLO
Endamê Konseya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Bedran Çiya Kurd, peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi rêya parêzerên xwe bi raya giştî re parve kir nirxand.
Çiya Kurd, diyar kir ku dê rola birêz Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriye û Tirkiyeyê pirr girîng be û heta pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nebin, siyaseta dewleta Tirk a li ser gelê bakur neguhere, siyaseta li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dê neguhere û got; “Serok Apo, ji bo bipêşxistina siyaseteke demokratîk ev însiyatîf pêşkeş kir. Di wextekê de hêzên heremî û cîhanî ji bo Sûrî li hev dikin, Rêber Apo, xwest înîsîyatîfê bigire. Projeyên Rêber Apo li gor rewşa heyî, tekane rêya çareseriyê ji bo gelên herêmê hemûyan e. Ev jî xwe di Bakur-Rojhilatê Sûriyê de dide der. Di vir de ji bo gelan hemûyan desketiyek di bin banê modela Rêber Apo de heye û êdî ev desketî divê mayînde bibin û di destûreke demokratîk de bên misogerkirin. Ev desketî wê bibin hêzek ji bo gelên heremê hemûyan.”
Hebûna Kurdan qebûl nake
Endamê Konseya Rêveberiya TEV-DEM´ê Bedran Çiya Kurd, bal bire ser siyaseta deweleta Tirk a li dijî Bakurê Kurdistanê û got, “Em ji peyama Rêber Apo vê fêm dikin ku pirsgirêka Kurd a li Bakur-Rojhilatê Sûriye û ya Bakurê Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Em dikarin bibêjin, heta ku pirsgirêka Kurd a Bakurê Kurdistanê bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin, siyaseta dewleta Tirk a li hemberê gelê Kurd û doza Kurd neguhere, ne mumkin e siyaseta dewleta Tirk a li dijî Bakur, Rojhilatê Sûriyê ango bi taybetî Rojava biguhere. Heya li dijî gelê Kurd ên Bakur dijminatî hebe, dijminatiya wê dê li dijî Rojava, Başûr her wiha Rojhilat jî hebe. Ji bo vê mesela Kurd, çareserkirineke demokratîk û aştîyane li Bakurê Kurdistanê û ji bo tevahiya gelê Kurd, tenê navnîşanek heye ew jî Îmralî, yanî Rêber Apo ye.
Nakokî kûrtir dibin
Bedran Çiya Kurd, li ser rewşa Sûriyê ya heyî jî got; “Îro Sûriye heremeke wisa ye ku nakokiyên heremî û cîhanî tê de diqewimin, hêz û welatên heremî û cîhanî dixwazin hesabên xwe yên bi hev re safî bikin. Di navbera Tirkiye-Rûsya, Emerîka-Tirkiye, Emerîka-Îran, Rûsya û Îran û her wiha hêzên heremî de nakokî derdikevin holê û ev nakokî her diçe kûrtir dibin. Ji bo vê em dikarin bêjin ku ya herî zêde vê krîzê bandor lê kiriye jî dewleta Tirk e. Pê ve girêdayî heya niha dewleta Tirk ti serketin ji vê krîza Sûriyê bi dest nexistiye û niha jî di nava hewildanan de ye ka wê çawa ji vê krîzê derkeve.”
Dikare bi rola xwe rabe
Bedran Çiya Kurd di dawî de got; “Rêber Apo, bi vê peyama xwe zemîna diyalogê diafirîne. Çi pirsgirêkên di navbera Rojava û Tirkiyeyê de, çi jî yên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, ew zemîna diyalogê çêdike. Ji bo vê jî Rêber Apo bi berpirsiyariyê radibe û amadekariyên xwe dide nîşan; heger îhtîmala diyalogê hebe, hem hebûna hêza xwe û hem jî di vê hêlê de amadekariyên xwe nîşan dide. Rêber Apo bi vê uslub û terzê xwe ji hemû derdoran re da nîşan ku ew alîgirê çareserkirina demokrasiyê ye û ew dikare di vê hêlê de bi rola xwe rabe.