
Deriyê Navanda Çanda Med û Arzella 12 mehan bi kursên xwe ji şagirtên xwe re vekirî dihêlin. Li Navenda Çanda Arzellayê nezî 50 şagirt, li Navenda Çanda Medê jî 100 şagirt ders dibînin. Zarok jî piranî eleqeyeke mezin didin vê çandê û ji bo vê jî tên wexte xwe li van navendê çanda derbas dikin. Navenda Çanda Arzellayê ji bo zarokên ku ji bo şer koçî Tirkiye bûne jî wek stargehekê ye. Wextê baran dibare ev zarok ji bo xwe ji sermaye û baranê biparezin tên Arzellayê û li vir tevlî stranên ku kurmancî tên gotin dibin. Xebatkar û şagirtên Arzella û Medê qala xebatên xwe kirin.
Xebatkarê Navenda Çanda Arzellayê Yusuf Roman derbarê xebatên xwe de axivî û wiha got: "Niha kursên me yên ku berdewam dikin kursa tembur, gîtar, erbane û ziman in. Kursa erbanê du beş in. Beşek ji bo zarokan, beşek jî ji bo ciwanan e. Beşa zaroka ji 8 salî heta 12 salî ye. Dika me jî li vir heye. Serê mehekê yan jî du mehan em li vir bi gel re şahî û bîranîne xwe çêdikin." Roman diyar kir ku dersa şanoye ji ber mamosteyê wê tune ye hatiye seknandin û wê demeke kin de dest dersên şanoye jî bin.
DÎHA/STENBOL