Komeleya Demokrasî Çand û Piştevaniya Kurd (KURD-DER) a ku li Enqereyê di 2004’an de hat avakirin heta niha perwerdehiya bi zaravayên Kurmancî, Dimilî û Soranî bi atolyeyan didomînin û bi hezaran kes perwerde kir. 

Serokê KURD-DER’ê Mustafa Kahraman da zanîn ku di rêziknameya wan de ji bilî xebatên perwerdehiya ziman, xebatên wekî şano û televîzyonê jî he ne û ew ê van xebatan jî pêk bînin. Kahraman da zanîn ku piştî ku KURD-DER di 2004’an de hatiye vekirin heta niha perwerdehiya ziman bi zaravayên Kurmancî, Dimilî û Soranî bi atolyeyan didomînin û gelek panel û sempozyum jî li dar xistine. Kahraman derbirî ku di 2012’an de bi projeya Yekîtiya Ewropayê ve xebatek dane meşandin û di encama vê projeyê de 20 mamosteyên Kurdî gihandine û 400 xwendekar jî ji perwerdehiya Kurdî hatine derbaskirin. 

Kahraman têkildarî eleqeya welatiyên Kurd ên li Enqereyê dijîn a ji bo komeleyê got: "Ev der ji wan re bûye wek malekê û jibilî vê jî xwendekarên Kurd ên zanîngeh qezenc kirine û li Enqereyê dixwînin jî eleqeyê nîşanî komeleyê didin û tên qursên Kurdî."

Kahraman diyar kir ku ji bo qursên ziman serlêdan pir zêde ne lê cihê wan têr nake û daxwaza wan ew e ku Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê yê fermî, heke ne wisa be yan jî Kurdî wekî zimanê hilbijarî be ev yek li dijî Kurdan heqareteke mezin e. 


Hînî ziman bû piştre bû mamoste

Mamosteyê bi navê Omer Turanli yê ku di 2009’an de dest bi kursa Kurdî kiriye û ji 2011’an vir ve jî li KURD-DER’ê mamostetiyê dike, heta niha zêdetirî 150 xwendekar perwerde kiriye û dersa Kurdî daye wan. Turanli da zanîn ku ji bo komeleyê û dersên Kurdî eleqeyeke pir mezin he ye bi taybetî jî xwendekarên zanîngehan ji bo zimanê dayikê hîn bibin tên komeleyê û tevli qursan dibin. Turanli destnîşan kir ku ne tenê xwendekarên Kurd, ên Tirk û ji neteweyên din jî eleqe nîşanî Kurdî didin û tên qursan, heta xwendekarên wan ên ji Ewropa û Amerîkayê hatine jî he ne. Turanli bal kişand ser Kurdên ku li Enqere û Anatolyaya Navîn jî bi lêv kir ku ne tenê li Enqereyê li Anatolyaya Navîn jî bi sed hezaran Kurd he ne, divê ji bo van welatiyan sazî û dezgeh bên vekirin û xebat bên meşandin.

Turanli ji bilî qursên ziman têkildarî xebatên din ên ku dimeşînin jî agahî da û diyar kir ku ew xebatên wekî panel, konferans û hwd li dar dixin. Di rojên taybet de çalakiyên cur bi cur pêk tînin, li gorî rojevê bi hemû saziyên wek dost dibînin re bernameyên hevpar amade dikin.


Wêjeya Kurd bi pêş dikeve

Turanli da zanîn ku ew xebatên hunerî jî dikin û ji bo vê yekê Koma Dengê KURD-DER’ê ava kirine û ew ê di warê hunerî de xebatên xwe di pêşerojê de xurtir bikin. 

Turanli derbirî ku divê Kurdî bibe zimanê Kurdî û wiha axivî: “Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e ev maf bi dest xistiye, li Rojava jî zarok bi Kurdî perwerde dibin. Lê li Bakur û Rojhilat hê jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî neketiyê meriyetê. Ji îro şûn de gavên ku em bavêjin girîng in, divê em li benda dewletê nesekinin, dibistan û zanîngehên xwe ava bikin.” 


Eleqeya xwendekarên hiqûqê

Xwendekara bi navê Emîne Ece ya ku li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê dixwîne ji bo bikare bi Kurdî bixwîne û binivîse dest bi qursê kiriye û di asta sêyemîn de ye. Ece hest û nêrînên xwe bi gotina; “Ez dibînim ku eleqeya xwendekarên Kurd, ciwanên Kurd ji bo hînbûna Kurdî pir e. Daxwaza min ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, di pêşerojê de ez ê bibim parêzer û dixwazim muvekîlên xwe bi Kurdî biparêzim” anî ziman


'Mirov bi zimanê xwe heye'

Xwendekarê bi navê Murat Yildiz jî mamostetiyê dike û niha di asta sêyemîn de ye jî der barê hatina xwe ya qursê û armanca xwe de ev tişt anî ziman: “Min Kurdî dizanibû, lê bi saya komeleyê pêşketin çêbû. Rêzimana Kurdî, çanda Kurdan, axaftineke baş û zelal bi saya KURD-DER’ê me bi pêş ve bir, ez bawer dikim ku dê gelekî jî bi pêş ve biçe. Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê nabe. Ziman wisa ye ku bibe fermî û bibe zimanê perwerdehiyê bi pêş ve diçe. Mirov ne tenê bi tiştekî çêdibe, mirov bi çanda xwe, bi dîroka xwe, bi civaka xwe he ye, lê ev hemû jî bi ziman tên ber hev, ku ziman tune be mirov ji tune ye.” 


 DÎHA/ENQERE