Çanda çêkirina tevnan ku dîroka wan vedigere sedsalan ji nû ve li Kobanê tê vejandin. Ji bo malekê an jî cihêza (amadekirin) bûkekê tişta herî sereke û pêwîst palas û xalîçe ye. Berê tevn pir dihate çêkirin. Her dayîkekê li gorî pêdiviyên mala xwe û zarokên xwe tevn çêdikirin. Ji ber ku pir zehmet û kedeke pirr dixwaze xalîçeyên ku ji tevnê hatine çêkirin dihatin firotin, lê di demên dawiyê de pir kêm xalîçeyên tevnan tên firotin.

Tevn bi alavên wekî sike, gura tevnê, daripştê, sêranek, bevş û qoçê xezalan  tê çêkirin.

Piraniya neqşên ku bi tevnan tên çêkirin ev in: çekçekî, aşiqlî, xalîçeka destan, çîndarik, çîna dernexon, çîna hicalê, çînê nok, çîna mîzega, çîna şeyîtankî, hical, carcim, bê çîn û sade.

Heta amadekirina cilikeke nimêjê bidawî bibe jê re hefteyek pêwîst dike, heta ku palaseke ji tevnan jî were çêkirin nêzî mehek xebatê divê. Jinên Kurd berê ji tevnan kon çêdikirin û malên xwe tê de bi cih dikirin.Li ser pirsa ku niha tiştên amade û hazir hene û pêwist nake ku ewqas xebat ji bo cilikeke nimêjê were dayîn, Fatime Ehmed a ku ew jî vî karî dike, ev bersiv da: “Ev çanda me ye û eger ku her tişt amade hebe jî û tevî ku kedeke mezin jê re divê, lê ez bi çanda xwe ve girêdayî me. Ev çanda dayîkên me ye, dayîka min ji dayîka xwe fêrî vî pîşeyî bûye. Ez jî ji wê fêr bûme û niha jî ez dikim zarokên xwe fêr bikim. Ez dixwazim ku çanda tevnan neyê jibîrkirin.”

Ji ber ku muyê  bizinê stûr e, muyê wê şeh dikirin û bi teşî jî dirêsandin û jê werîs çêdikirin, piştre jî tevn dadigirtin û palas, xalî, cilikên nimêjê û tûrikê cihêza bûkan çêdikirin. 


 AMED