Parêzer Erol: Li cihanê kirîza hiqûqî ya cidî heye. DMME û CPT´yê erkên xwe pêk naynin. Di salên 90’î de DMME´yê têkildarî Kurdan biryarên pirr cidî dan. Lê piştî pêvajoya 2010’an em nikarin heman tiştî ji bo DMME´yê yanî Ewrûpa bibêjin.
BÊRÎVAN ALTAN / MA / STENBOL
Dewleta Tirk ji bo xwe ji qeyranan xilas bike, tecrîd û pêkanînên dij mirovî dike. Ji sala 2011’an û vir ve parêzer û Malbat nikarin biçin cem Ocalan û girtiyên li greva Îmraliyê. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol ku parêzeriya Rêber Gelê Abdullah Ocalan dike, polîtîkaya tecrîdkirina miwekîlê xwe nirxand.
‘Ti demê ranebû’
Erol destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan ji rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û pozîsyona Kurdan ne cuda ye û got, “Birêz Ocalan jî di gelek daxuyaniyên xwe de bal dikişand ser vê yekê. Tecrîdkirin tenê bi krîza siyasî nayê binavkirin. Li cihanê kirîza hiqûqî ya cidî heye. DMME û CPT´yê erkên xwe pêk naynin. Di salên 90’î de DMME´yê têkildarî Kurdan biryarên pirr cidî girtin. Û ji bo Tirkiye demokratîk bibe gavên girîng avêtin. Lê piştî pêvajoya 2010’an em nikarin heman tiştî ji bo DMME´yê yanî Ewrûpa bibêjin.”
Parêzer Ozgur Erol got, “Ocalan ji serê ewil ve hay ji vê heye. Pozîsyona ku tê de ye dem bi dem dianî ziman û digot, ‘Ez liv ir di korîdoreke teng de me. Ne li çep û ne jî li rastê xwe dikarim bizivirim.’ Tişta ku behsa wê dike, zextên sîstemê yên li ser wî ne. Pergala tecrîdê tenê ne zext e û sînorkirin e. Birêz Ocalan 24 saet tê şopandin û qeydkirin. Hin tiştên derbarê Ocalan de hîn dibûn. Ocalan nehişt ku ew bê birêvebirin û li ber vê yekê rabû.”
‘Kî dikare bibe kefîlê ewlehiya wî?’
Erol diyar kir ku ji îlona 2016’an ve kesî Ocalan nedîtiye û got, “Li cihek ku wisa nayê kontrolkirin û çavdêrkirin kî dikare bibe kefîlê ewlehiya tiştên li wir diqewime? Vê qadê kontrola hiqûqî ji holê rakiriye. Dibêjin ‘Heke giliyê we hebe hûnê bikin, Dadgeha Înfazê wê biryar bide.’ Ji bo ku giliyê me heye em dixwazin bibînin û bibîhizin. Cihê ku dikari nêzî Giravê bibî Edliya Bursa, Buroya Îrtîbata Mudanya ye. Heta ev der jî hebin em nikarin daxuyaniyeke objektîf bidin? Ne pêkan e ku em têkidlarî tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan wek kefîltiyê daxuyaniyekê bidin.”