Guney ne nexweş e!
Malbatên dosyaya dozê lêkolîn kirin, di mijara agahiyên ku dadgerê lêpirsînê daye de rayagiştî hişyar dike. Tê gotin ku Guney xwe wek nexweş nîşan dide û dixwaze biçe nexweşxaneyê. Lê doktorên Guney tedawî kirine, diyar dikin ku Guney ne nexweşe. Li dijî vê Guney her tim nexweşiyê di rojevê de dihêle. Pispor û rayedarên bi dozê re eleqeder dibin diyar kirin ku Guney di nava senaryoyekê de ye.
Li Almanya lêpirsîn didome
Têkiliyên Omer Guney yên li Almanyayê balkêşin. Dadgerê lêpirsînê yê Parîsê meheke li Almanyayê lêpirsînê didomîne. Lê belê li Tirkiyeyê lêpirsîn bi lez û bez nayê meşandin. Dewleta tirk ji dadgeran re nabe alîkar. Daxwazên rayedarên Fransayê ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên dîtin.
Doz li Tirkiyê veşartî tê meşandin
Parêzera mexdûrên komkujiyê ya li Tirkiyê Alîkara Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş li Parîsê bi parêzerên Fransî, malbat û rayedarên Fransî re hevdîtin kir. Beştaş dibêje doza Komkujiya Parîsê ya li Tirkiyê dizî tê meşandin. Beştaş radigihîne ku ji ber vê yekê ew nikare xwe bigihêjîne belgeyan û dixwaze biryara nepenîtiyê ya li ser dozê were rakirin. Beştaş tîne ziman ku girînge were aşkerakirin ka kîjan hêz li pişt Omer Guney hene, têkiliya bi Tirkiyê re çiye, bi kê re di nava têkiliyê de ye. Li gorî Beştaş, ji bo ronîkirina komkujiyê, delîlên têrker li holê hene.
Li ber destê Erdogan e
Beştaş der barê dosyaya Omer Guney a li pêş Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan axivî û diyar kir ku di nava vê dosyayê de têkiliyên Omer Guney ên bi Tirkiyê re cih digirin. Beştaş ragihand ku agahiyên di dosyayê de tên veşartin û di wê baweriyê de ye ku lêpirsîna li Tirkiye û Fransayê li gorî ûsilê nayê meşandin.
PARÎS