Navenda Çand û Hunera Medya ya Dîlokê (NÇM), bi biryarên KHK’ê hat mohr kirin, lê dîsa Koma Siyajîn a giredayî NÇM’ê bi ser berheme xwe ya “Stêrkên Şehîdan” ya nîvco mayî dixebite. Koma Siyajîn dixwaze heta meha Adarê provayên stranê xelas bikin û jê re klîbek çîkin.  

Navçenda Çand û Hunerê ya Medya ya Dîlokê (NÇM) wekî sedan komele û saziyên Kurdan bi biryarên KHK’ê hatin girtin. NÇM’a Dîlokê di 22’ê Mijdarê de bi KHK’ên 677 û 678 hat girtin. Piştî NÇM hat girtin û dest danîn ser amûrê wan ên muzîkê xwendekar û endamên NÇM’ê. Lê NÇM’ê dest ji xebatên xwe berneda û xebatên xwe li cihên cuda cuda dan meşandin. Karên xwe yên di nîvî de mayî berdewam kirin. Strana “Sterêkên Şehîdan” yek ji wan berheman e ku niha li ser dixebitin. Lê her çend deriyê avahiya NÇM’a Dîlokê hat mohrkirin jî xebatên xwe yên çand û hunerê berdewam dikin. 

Ji bo Çiyager û Roza

Endamên Koma Siyajîn dema berhema strana ji bo endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Çiyager û Roza ku di şerê li Sûra Amedê de jiyana xwe ji dest dan, amade dikir avahiya wan hat mohrkirin û xebata wan nîvco ma. Lê piştî avahî hat mohrkirin jî xebatên vê berhema stranê berdewam dikin. 



Heta Adarê wê hazir be


Li gel ku cihê prova û xebata endamên Koma Siyajîn tûneye jî xebatên xwe berdewma dikin û berhemên xwe yên nivco mayî temam dikin. Koma Siyajîn qasî mehek û nîve dîsa dest bi provayên stranê kirin û plan dikin ku heta meha Adarê stranê temam bikin û klîba wê bikişînin. 


Endamê Koma Siyajîn Ahmet Ak (21) diyar kir ku her çend cihê wan û amûrên wan hatin bin desteserkirin jî, ew tên cem hev û bi baweriyek xurtir karê xwe didomînin. Ak anî ziman ku tişta ew acizkirin ew bû ku kilît li avahiyê xistin û amûrên wan desteser kirin û wiha peyivî: “Lê ev jî heye çand ne tenê cihek girtî de tê kirin. Her çend kilît li deriyê me xistibîn jî nikarin û amûrên me bixin jî nikarin me û amûrên me rawestînin. Sterêkên Şehîdan jî ji bo vê mînake.” 


DİHABER / DÎLOK