Li Başûrê eyaleta Etiyopyayê ji bo şikandina rekoreke dinyayê wê 200 milyon şitlê daran di rojekê de bihatana çandin. Belê hewldana rekorê di nava 12 saetan ji hedefa xwe bihurî û 353 miyon şitil hatin danîn.
Şitlên daran di çarçoveya projeya “4 milyar dar” de ku Serokwezîrê Etiyopyayê Abîy Ehmed dabû destpêkirin, tên çandin. Li Etiyopyayê tehlûkeya hişkesaliyê gelek e û ji ber wê jî wê havînî misêwa dar bên çandin. Armanc ew e ku her welatî herî kêm 40 şitlî dayne. Axir di hewldana şikandina rekorê de di 12 saetan de 353 milyon û 633 hezar û 660 dar hatin çandin.
Beriya çend hefteyan rapora ji Neteweyên Yekbûyî jî wisa dihizirî ku di têkoşîna li dijî veguherîna avhewayê de faktora herî girîng çandina daran e.
Beriya vê ev rekor li Hindistanê hatibû şikandin. Li Hindistanê di sala 2016´an de bi beşdarbûna 800 hezar kesî ji 50 milyonî zêdetir şitlên daran hatibûn danîn.
ADDIS ABEDA