Mirov dikare mînakên vê tenê li Almanyaya Hîtler û Lîbyaya Îtalya û Cezayîra ku Franse dagir kiribû bibîne. Leşkerên Tirk jin, mêr, zarok û hemû gundiyan li cihekê kom dike, jimare bi wana ve dikin û lîsteya wan çêdike… Nêvava gundek li ber qontara çiyayê Cûdî ye. Li gundê ku artêşa Tirk bi salan e daristanan dişewitîne û 30 sal in hema bêje her roj lê operasyonan li dar dixe. Leşkerê wênekêş, wêneyan dikişîne, leşkerek din jî agahiyên nasnameyan tomar dike. Di yek ji wan wêneyan de tê dîtin ku leşkerên bi kincên unîforma ve hene. Heta niha nayê zanîn navên kesên di wêneyan de çi ne û çi hate serê wan…Lê rastiyekheye: Li Bakûrê Kurdistanê bi salan rêveberiya teng hat îlankirin. Rewşa Awerte (OHAL) hat îlankirin, heta salêçn 2000’ê 4 hezar gund hatin şewitandin û valakirin. Jixwe Bakûrê Kurdistanê ji destpêka Komara Tirk heta roja îro her tim bi rêbaza OHAL’ê hat birêvebirin. Komkujî, înfaz, kuştinên bêdaraz, girtin heta îro jî didomin…


ANF/ŞIRNEX