Li gorî daxuyaniya YPS'ê di nava 3 rojên bihurî de herî kêm 33 leşker û polîsên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Wekî din doh jî li naçeya Şirnexê Hezexê 2 tîmên taybet ên dewleta Tirk hatin kuştin. Di şer de şervaneke YPS-Jinê jiyana xwe ji dest da. Ev jî eşkere nîşan dide ku ne berxwedana gel, lê belê artêşa dewleta dagirker li Kurdistanê dişike.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li ser berxwedana li Amed û Botanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPS'ê da zanîn ku berxwedana li hemberî êrîşên AKP'ê dewam dike û da xuyakirin, ku di nava 3 rojên dawî de 33 'çeteyên AKP'ê' hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya YPS'ê bîlançoya 3 rojên dawî bi vî rengî ye:

"Roja 18'ê Sibatê piştî nîvro, di şerê li taxa Çavûş a navçeya Amed Sûrê de 4 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn.

Heman rojê li hemberî çeteyên li taxa Seyrantepe ya li navçeya Şirnexê Hezexê bi cih bûyî çalakiyek hat lidarxistin. Li vê derê 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Piştî çalakiyan 2 maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û 2 maşînên zirxî yên bi tîpa kobra xwestin bikevin nava taxa Sor. Di encama destwerdana li van maşînên zirxî de 4 çete hatin kuştin. Di dema vekişînê de 7 endamên tevgera taybet ên di nava maşîneke zirxî de bûn hatin îmhakirin. Danê êvarê hêzên dewletê cenazeyên xwe ji herêmê rakirin û ew bi xwe jî ji herêmê vekişiyan. Piştre bi maşînên zirxî tax bombe kirin."


Ne xirbe, YPS ew kuştin

Di daxuyaniyê de ji bo 19´ê Sibatê jî ev agahîç hatin dayîn: "Heta danê nîvro êrîşên li Hezexê dewam kirin. Saet di 11:00 de hêzên me polîsekî tevgera taybet kuştin.

19'ê Sibatê hêzên dewletê li navçeya Mêrdînê Dêrikê êrîşek pêk anîn. Li vê derê maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hat rûxandin. Hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. 19'ê Sibatê, di şerê li navçeya Amedê Sûrê de 6 endamên tevgera taybet hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Her wiha 3 leşkerên hat gotin di binê enqazê de mane, di şer de hatine kuştin. Ev nûçe ji bo xapandina raya giştî hatiye weşandin. YPS´ê da zanîn ku roja 20'ê Sibatê di çalakiya li taxa Tûrgût Ozal a li navçeya Şirnex Hezexê de 5 endamên tevgera taybet hatine kuştin, yek jî birîndar bûye. Daxuyaniyê weha dewam kir: "Balafireke keşfê ya li herêmê digeriya hat xistin.

20'ê Sibatê li Hezexê, leşkerekî bi paye, ku payeya wî nehat zelalkirin, hat kuştin.

20'ê Sibatê di şerê li Amed-Sûrê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Di vî şerî de şervaneke me ya YPS Jinê şehîd bû." YPS´ê nasnameya şervana jiyana xwe ji dest dayî weke Asya Taşçi ya bi navê şervan Mizgîn Nûda Koçer a sala 1993´yan li Sêrtê ji dayik bûyî eşkere kir. 

Li aliyê din di şerê doh de li navçeya Şirnexê Hezexê çekdarên dewletê taxên Yenî û Turgut Ozal dan ber topan û xwestin bikevin taxan. Di encama bersiva YPS û YPS Jin de du endamên tîmên taybet ên dewleta Tirk hatin kuştin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN