Tecrîd, her çiqasî navê şerê giştî yê li dijî gelê Kurd be jî, bûye navê têkoşîna şoreşgerî. Gelê Kurd di vî şerî de, azadiya Ocalan, azadiya xwe dibîne.  


***

Dewleta AKPê, mecbur ma û “pêvajoya Îmralî” bidê dest pê kirin. Dîsa jî navek li vê pêvajoyê ne kir û ji terorize kirina gelê Kurd, paş de gav neavêt. Piştî serketina sala 2012an, li çiyan, li kolanan û li zindanan, dewlet û desthilatdariya AKPê mecbur me çû Imralî. Di vê dexaletê de jî, dewletê operasyonên kujerî û şerê psikolojik  neda rawestandin. Ev jî navê “bextê roma reş e”. Dewlet û desthilatdariya Tirkiyê, vê carê Ewropa jî kiriye hedefa xwe. Li gorî rayedarên dewleta AKPê, navê pêvajoyê, “siyaseta  entegrasyonê” ye.
Argumentên siyaseta entegrasyonê jî mixabin helandin û tunekirin e.
Ji ber ku: Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erodgan,   berî du rojan,  dîsa behsa Parîsê kir. Balkêş e, her axaftina Erdogan, mikurhatineke nû ye û gumanên gelê Kurd jî rast derdixe. Bi van mikurhatinan, mirov bêguman dibêje: Berpirsiyarê komkujiya li Parîsê û kuştina 3 kulîlkên azadiyê, Erdogan e.
Hêzên çete û paramilîterên ku bi destek û alîkariya Dewleta Tirkiyê çûne Serêkaniyê, eşkere kir ku, Erdogan çeteyên girêdayî xwe, li Bakur, Rojava, li Başûr û Ewropa kirine nava seferberiyê.
Min behsa Başûrê Kurdistanê kir. Erê, dibin pêşengiya  hinek kesên “nam-i deger”ên têkildarî dewleta Tirk de, hewldanên nû li Başûr dest pê kirine û binyata van hewldanan digihine Enqerê û navenda AKPê.  
Gotinên Erdogan yên dijî Ahmet Turk, li dijî heyeta BDPê, gotinên dewşirme Huseyin Çelîk û kesên weke  Bulent Arinç, di çarçoveya “operasyonên psîkolojîk” de ne û metirsînî ne. Operasyon teva, polîsiye û eskerî çênabin. Operasyonên psîkolojîk û stratejîk jî çêdibin. Ev jî, di çarçoveya  “motîvasyona şerê pîskolojîk” de têne hesibandin.
Erdogan û şûreka wî, ku aliyek dewşirme ne, aliyek KAST in,  di vê pêvajoya hevdîtinên bi Imralî de, serî li xapandinek din dide. Vê xapandinê, li hemberî gelê Tirk û tevahiya raya giştî ya Tirkiyê jî dike. Erdoganê ku, di nava 10 sal desthilatdariya xwe de, deynên Tirkiyê li hundir û derve gihandine 800 milyar dolarî û ji bo deynan, li devê deriyê Melîkên Qatar û Erebîstana Suudî digere, bi terorîze kirina gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd, dixwaze heta hilbijartinên nû yên herêmî û serokkomartiyê keleka xwe derbas bike.
Koalisyona Erdogan û Fetul-munkîr, sîstema “KAST”ê ava kirine. Çînê ku bi alif û êmên zêde têne xwedî kirin, medya jî di nav de, bûne berdevkê şerê kirêt û şeqlebendiya derewên Erdogan.  Ji bo vê jî, her kes, dewşirme  û qelemfiroşên di nava KASTê de cih grtine, bi giştî gotina “çekberdanê” kirine beniştê devê xwe. Haraketa Azadiya Kurd, Serokatiya KCKê, Rêvebirên PKKê, berpirsên Kurd teva, van gotin û ragihandinan derew derdixin. Dîsa jî, dewşirme û qelemşorên Erdogan, di gotinên xwe de israr dikin. Pêwiste mirov bêje; Ya xulqetên ucube, ji ku heta bi ku, hun berdevkiya Apo, berdevkiya KCKê, PKKê û HPGê dikin? Di nava bêşermiyek mezin de, hun çawa dikarin “muxalata-derew” û “muxalaza- dijminatî”yê bikin. Ev ne gunehkarî ye gelo? Roj wê be ku her gotina we bibe “serteşiyek têr strî” û li bedena we vegere. Çawa çêdibe ku, piştî şerê 30 salî û mecburiyeta we ya dexaleta li Imralî, hun hîna xwe daqoq, xwe  dadger, dozger dibînin, gelê Kurd jî gunehkar dibînin?
Erdogan li aliyekî masê rûdine, diaxive, piştre radibe diçe aliyê din yê masê, dîsa ew diaxive.  Navê vê “îxfal, îxfalat, îxfalliyet” e, yanî şaşkirin, xapandin û şemitandin e. Encama wê jî, “ixlat” e, birina ber bi şaşîtiyê û xapandinê ye. Mirov hewqasî  di rengê îxfal, îxfalat û îxfalliyet de, bûmerengî be, baweriyê jî nade.
Di 14. salvegera 15ê Sibatê de,  dest pê kirina vê pêvajoyê manîdar e. Ji ber ku di vê pêvajoyê de, komkujiya li Parîsê pêk hat. Di vê pêvajoyê de, “Kanuna Rêgirtina Fînansmana Terorê” hate derxistin. Div ê pêvajoyê de, kanunên li dijî terorê bi Belçîka re hatin imze kirin. Eşîrên ereb hatin kirê kirin, çete û hêzên paramilîter hatin amade kirin û li Rojava şerê li dijî Kurdan dijwar kirin. Yenî, şerê germ û psîkolojîk, li welat û derveyî welat berdewam dike. Vêce, pêvajoya ku tenê Erdogan û şûreka wî diaxivin, hîna nebûye malê gelê Kurd. Ji ber ku, muxatabê pirsgirêkê (Ocalan jî, KCK jî, BDP jî) hîna rehîn in û wek  alî, wek muxatab li aliyê din yê masê rûneniştine.  Ev tê wateya ku Erdogan û hevkarên wî, li dijî gelê Kurd, “motîvasyona şer” dane dest pê kirin û armanc; jêkirina serî, çeng û ling ji gewde ye. Yanî parçekirin e!.. Lewma min behsa hewldana li Başûrê Kurdistanê kir.  Modela Srî Lanka, yan jî planê li dijî El-qaîde, hîne dibin sûmenê masa Erdogan de ne.  
Di 14. slavegera 15ê Sibatê û “pêvajoya Îmralî” de, konsolosê Emerîkî belaş û vala behsa Qendîlê nekir. Serokê Emerîka Barack Obama jî, belaş û vala piştrgirî neda partnêrê xwe û “zarokên baş” Erdogan û Gul. Ev xwendina planekî nû ye. Piştî hilbijartinên herêmî û serokkomartiyê, wê rengê vî planî xuya bike.
Eger  bi rastî pêvajo hebe, dewlet û desthilatdariya Tirkiyê dilsoz bin: Pêwiste pêşî navê vê pêvajoyê rast lê bikin.  Eger pêvajo hebe, pêwiste, hoy û mercên Ocalan, di sê aliyan de werin guhertin. Eger pêvajo hebe, operasyonên ekserî û siyasî werin rawestin, girtiyên rehîn serbest werin berdan. Eger pêvajo hebe, dive alî jî hebin. Eger pêvajo hebe, dive Erdogan gotinên ku li Amedê bikaranîn û piştre tifa xwe alîst dûbare bike.
Ez, vê pêvajoyê di çarçoveya “tesfiye kirina di  planekî nû de” dixwînim. Min sernivîsa xwe jî di vê çarçovê de bijart.  Guman dikim ku, her Kurd vê pêvajoyê bi vî rengî dixwîne, lê dîsa jî şansekî didine çareseriyê. Eger gavên dilsozî neyên avêtin wê  di çarçoveya paradîgma nû de, têkoşîna şoreşgerî berdewam bike.  
Ji xwe,  li Imralî  têkoşîn  berdewam dike, li girtîgehan, li serê çiyan û li kolanan jî, di medya Kurd de jî  têkoşîn berdewam dike.