Heywana herî bi lez li ser rûyê erdê kîjan e? Gelk wê bibêjin Çîta, helbet ew heywana bi guhan a herî bi lez e û saetê 120 kîlometreyan dikare lezê bike. Li aliyê din jî masiyê şûjin heye ku saetê 110 kîlometreyan dikare lezê bike. Em Bazî nehesibînin ku didema ketinê de dikare leza xwe bigihîne saetê 360 kîlometreyan, hingê bi leztirîn heywan mîroka drakula ye. Ev mîroka li deverên tropîk ên Efrîka û Asyayê dimîne, bi xêra devê xwe yê mîna nikil-pençan dikare bêhtirî saetê 320 kîlometreyan lezê bike. Em bi awayekî rehettir bê fêm bikin bibêjin, ev mîroka hanê ku carekê terqînî da xwe, di saniyeyekê de 90 metre rê dikudîne.
FRANKFURT