Gelê Kurd, li rojavayê Kurdistanê gavên dîrokî diavêje.
Lê divê werê zanîn, ev gavên dîrokî ne mucîze ne, encama destanên têkoşîna deh salan e. Dîrok bi mucîzeyan nayê nivîsandin. Bingeha dîrokê destan in. Eger destan nebane, Homeros wî nebê dîrokzan, wî bibe lehengê romaneke çîrokbêjiyê.
Ciwanên rojavayê Kurdistanê jî, bi deh salan e ji bo azadiya Kurdistanê bi xwîna xwe destanan dinivîsin. Di tîrenda bûyerên Kurdistanê û gihiştina qonaxa îro de, ked û xwehdan, xwîn û tevgera ciwanên Rojavayî, zêde zêde heye.
Gelê Rojavayî, berhemê têkoşîna 30 salî, di kesayetiya xwe de destnîşan kir, kelih û bircikên dagirkeriya xaka Kurdêstanê bi dawî anîn, zincîr û leleyên dîlgirtinê parçe kirin. Niha, ala azadiyê li rojavayê Kurdistanê dibalive.
Bêguman, wê gelê Rojavayî, serketina xwe bi gelên din re parvebike. Ji ber ku gelên din jî, biqasî gelê Kurd zext û zor dîtine, êş û azar dîtine û xwedî mafên jiyaneke bi rûmet in.
Pêwiste di çarçoveya gelê demokratîk de vê dilsoziyê nîşan bide û li gorî felsefeya Haraketa Azadiya Kurd, paşerojên azad û jiyan bi rûmet ya hevreyî misoger bike.
Di vê pêvajoya ku ciwanên Kurd, li kolanan, li cih û warên stratejîk di nobetê digirin de; êdî pêvajoya şikandina zincîr û leleyên dagrikeriya çar dewletên li ser xaka Kurdistanê dest pê kiriye. Di 14ê Temmuzê de li Amedê jî gavek dîrokî hate avêtin, şikandina zincîr û leleyên Bakurê Kurdistanê jî wê bi tevahî werin şikandin. Vê pêvajoyê dets pê kiriye.
Ev pêvajoya dîrokî, ji destpêka sedsala bîstûyekê û vir ve afis bû û bendeyî teqînên wiha bû.
Têkoşîna 30 salî û berdêlên giranbiha, ji bilî sîstema Xweseriya Demokratîk, rastiyeke din derxiste holê. Yekîtiya Gelê Kurd… Dibin pêşengiya KNKê de, 7 – 8 sal in, ku ji bo yekîtiya neteweyî karûxebat têne meşandin. Haraketa Azadiya Kurd jî, ji bo pêkhatina Konferansa Neteweyî her cure fedekarî kir û dike. Di encama van hewldanan û fêm kirina vê
Piştî destketiyên rojavayê Kurdistanê, êdî kes nikare bêje ez, yan jî herêma min… Ji bo şikandina nîrê koletiyê, pêdiviya ji holê rakirina tixubên parçeyan, ji holê rakirina tixubên di mêjiyê parçeyan de ye. Lewma berjewendiyên neteweyî, yekîtiya neteweyî, stratejiya neteweyî û hêza neteweyî giring e. Hingî Kurd dikarin xwe serfiraz nîşan bidin û şanaziya xwe bînin ziman.
Têkoşîna gel ya şoreşgerî, şikandina zincîr û leleyên dîlgirtinê ye û berhemê wê jî pengava rojavayê Kurdistanê ye.
Lê dive ku gel, hêzên gelê rojavayê Kurdistanê, nekevin nava serxweşiyek serketinê, stratejiya parastina rewşa pirhêlî ji destên xwe bernedin. Ya duyemîn: Bi gelên cûda re di nava hevkariyê de bin, wan ji destketiyan bêpar nehêlin.
Divê were zanîn ku, tirsa dagirkeran teva Qendîl e. Divê Qendîl jî vê artsiyê li ber çavan bigire û bi tedbîr tevbigere, ji bo êrîşên korsanî û çeteyên hêzên dewletên dagirker her dem şiyar be.
Bêguman tecrûbeya 30, 40 salî û felsefeya sîstemeke civakî û rêxistinî heye, lê dive ku em jibîr nekin, dijminê gelê Kurd, bextreş e, bêbext e, telaqreş e, xwedî tecrûbeyeke lîstik, dek û dolaban e; lewma ji bo suwarbûna li demê û girtina hevsar, bi hêzî û têgihiştina berdewamî, di çarçoveya misogeriyê de xala sereke ye.
Di encama biryarên dîrokî de gavên dîrokî jî têne avêtin.
Piştî van gavên dîrokî berpirsiyariyên dîrokî jî pêwist in.
Di vê qonaxa dîrokî de, gelê Kurd biryarên dîrokî dide, gavên dîrokî jî diavêje. Ev jî dide xuya kirin ku hêzên Kurd, sirr û raze di fulyona pişta neynika dîrokê de dîtin û rastî fêm kirin. Dîtin û fêm kirin ku azadiya gelê Kurd, jiyana bi rûmet di yekîtiyê de ye.
Em jibîr nekin, biryardariya ku bi cengaweriya ciwanên Kurd hate xwedî kirin, hêzên navneteweyî jî di arena siyasî û dîrokê de, bi rastiya gelê Kurd re anîne beramberî hev. Êdî hêzên navneteweyî mecbur in rastiya gelê Kurd bibînin, îradeya gelê Kurd qebûl bikin. Fêm bikin ku Kurd bê-statuyê qebûl nakin û mecbur in monopoltiya xwe ya siyasî terk dikin.
Biryarên dîrokê, kanunên dîrokê çêdike, gavên dîrokî jî kanunên gerdûnî derdixe holê. Ev sedsala gelê Kurd e. Kampanya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Xweserî”, wek wate û rastiya sedsalê dikevê pratîkê. Ji ber ku tecrîd pûtperestiya Tirkîtiyê ye. Eger mina li Medîna û Cenabê Muhammed, pûtên tecrîdê neyên şikandin, faşîzma reş ji holê ranabe. Tecrîd “pûtperestiya Tirkîtiyê” ye. Şikandina “tecrîda pûtperestî” wahiyek ezmanî ye û li pêşiya gelê Kurd wecîbeyek îlahî ya jiyanê ye.
Divê werê zanîn ku, alfabeya siyasî ya karakterîze kirina putperestiya Tirkîtiyê pirrhêlî ye; AKPe û Cemaeta Gulen di vê pûtperestiyê de hevkariyê dikin. Lê riya şerê li dijî putperestiyê yek e û bi Cenabê Muhammed dest pê kiriye: Bêyî formatkirina pêvajoyê, pêwiste pût werin şikandin. Serketina li rojavayê Kurdistanê, bêguman wê bingeha şikandina pûtperestiya Tirkîtiyê jî bihejîne.
Putperestiya Tirkîtiyê, di van rojan de dest bi telaqreşî û amadekirina bingeheke nû ya dagirkeriya “sêva sor” kiriye. Medya ku bi salan e berdevkiya şerê kirêt û qirêj li Kurdistanê dike, piştî serketina gelê rojavayê Kurdistanê, ha ha weşanên ji yek navendê dike, agahî û nûçeyên asparagas diweşîne. Yek ji van ragihandin û propegendeya li dijî PKKê ye. Ha ha nûçeyên derew û neyînî diweşînin. Ya din jî, li ser Pêşemrgeyan e. Ji aliyekî ve dibêjin, PKKê û Esad hevkariyê dikin… Esad çekan dide PKKê… PKKê herêmên xweser îlan kirine û hwd. Ji aliyê din ve dibêjin pêşmerge ketin xaka Suriye… Armanca van telaqreşî û bêbextî ne, amade kirina zemîneke dagirkeriya “sêva sor e”.
Bi vê mebestê ez dubare dikim; pêvajo metirsînî ye, pêwiste Kurdên Rojava jî, Qendîl jî, Başûrê Kurdistanê jî hey ji xwe hebin, şiyar bin û tedbîrên xwe bisitînin. Ji bo berdewama serketina mayînde, pratîzekirina pêşketinên dîrokî pêdiviyê bi şiyarbûn û tedbîrên demdirêj dibîne.
Piştî şerê 40 salî û berdêlên giranbiha, ev qonaxa dîrokî hate bidestxistin û di vê qonaxa dîrokî de, Kurd bi cîhanê re têkildar bûne. Dîsa jî dive lokomotîfa kêşa Kurd, hey ji xwe hebe, da ku dikaribe serkêşiya xwe ya dîrokî bike û îpoteka dagirkeran, ku bi huquqê faşîzan meşru dikin, bi tevahî ji ser Kurd û Kurdistaniyan rake.
Ji bo ku Kurdên Rojava serketina xwe misoger bikin û îpoteka dagirkeriyê bi tevahî ji holê rakin, îradeya xwe ya xweser û demokratîk bikin bin ewlekariyê, dive her Kurd, her hêza Kurd, li çar parçeyan û li derveyî welat, bi dislozî û bi têkoşînek pratîkî destekê bidin wan.
Ne mucîze, destanan ev encam derxist