Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 18. Civata xwe ya giştî pêk tîne. 18´emîn Kombûna Civata Giştî di navbera  26, 28´ê, Cotmehê de li Hollanda bi beşdariya zêdetirî 300 Endam mêvanên bijartê û nûnerên partîyên sîyasî û civakî, sazî, dezgeh û gelek kesayetîyan ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora tê lidarxistin.

Di rojeva civînê de, wê rewşa siyasî û pêşvecûnên dawî yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cihanê, bi berfirehî bên  gotûbêjkirin.

Her wiha di Civata Giştî de wê li ser yekîtî û tifaqa navxweyî jî nirxadin bên kirin. Mîsyona KNK´ê, xebat û tekoşîna Neteweyî û Nîştîmanî û parastina destketiyên gelê Kurd û Kurdistanê wê derkevin pêş.

Hevseroka KNK´ê Nilufer Koç li ser  armanc û naverokê bal kişand ser tifaq û yekîtiya Neteweyî û got, Gelê Kurd êdî siyaseta parçebûyî û bê tifaqiyê napejirîne. Ji bo Paraztina destketiyên gelê Kurd, divê hemû aliyên siyasi bi erk û perpirsyariyên xwe rabin. Me weke Kongreya Neteweyî, projeyek amade kiriye, em ê pêşkêş bikin.

 

NAVENDANÛÇEYAN