"Dostên binirx,
Mirovên aşitiyê
Yên ku aligirê hezkirin
û dadmendiyê ne,
Yên ku jiyaneke rizgar û jiyaneke hevpar dixwazin, her kes...


Banga me ji we re ye!.. Birastî jî îro li vir, em naxwazin ji kesekî re wek tiştekî nû bejin, ji ber ku em jixwe her tişt zanin, em dibînin, me dît, her tişt li ber çavên me qewimî. Civata me, ber bi kendalekî ve diçû. Lê baş e ku hê hilweşîneke çavsor li êşîgê me neketî bû nav mala me, paş ve hate zivirandin. Hindik mabû ku gelan bikevin qirikê hev. Ew rê, hê ku kesek jiyana xwe ji dest nedabû hate sekinandin. Bi vî awayî, daxwaziya civateke bidad, civateke wekhev, azad û jiyaneke xweş ku wek bi hevre were jiyandin pêşket, ji nû ve em pê hesiyan û têgihîştin ku em dikarin di navbera xwe de jiyaneke hevpar damezrînin, û em niha dikarin bejin baş e ku derfeteke me ya wisa heye.
Em niha şa dibin, ji ber ku gireva birçîbûnê ku rewş guherîbû wek rojî ya mirinê, bi dawî bû. Em zanin ku ev dawîbûna girevê, ji bo aşitiyê şanseke bêhempa ye, ji ber ku gelek ceribandina me ya ewqas can, ewqas şer, xwîn, ewqas hêrs heye ku, evana ji me re buye mamosteyek, û ji me re daye zanîn ku, cehalet fermandariya neheqtiyê li ser civakê radixîne, û rojên tarî ya wisa tîne ser sere me ku wijdana civakê jî kor dike.
Me va êşana pir kişand, em pir êşiyan, ewqas êşiyan ku heya qirikê xwe bi êşê têr û tijî bûn.  Wek dayikek ku zarê xwe wenda bike, wek jineke ciwan ku zilamê xwe wenda bike, wek zarokek ku bavê xwe wenda bike em nikarin vê nexweşiyê bikşînin, û jixwe êdî em îro pêva kişandina vê êşê red dikin. 
Tirûşa me, tamîşa me nemaye ku em her roj xwîn bibinin, tabûtan bibinin, nuçeyên bombebaranan û nuçeyên êrişan bibihîsin, êdî tamûla me nemaye ji van tiştan... Jiber ku pêdiviya me ne ciwanên ku di nav tabutan de bi kirasên spî ve tên pêçandin e, pêdiviya me li pêşerojê hin berhemên xweşik çekin ji wan ciwanan re ye. Tenê bi vê sedemê ve girêdayî be jî, divê ev şer bidawî be, were bi dawî kirin. Tenê bi sedema ku qabîliyeta wan ji wêjeyê heye xortên wisa li ser çiyayekî rastî guleyekî neyên, divê şer ji me re dûr be. Sînemagerên rewşen, reqswanên jêhatî, bi tenê zarokên ku dê pêşerojê wê ji bo stranên xweş besteyan çêkin li ser çiyayan nemirin, tenê bi vê sedemê ve be jî, divê em li dijberê şerê sekna xwe nîşan bidin. 
Xêynî wê jî, emê ku wek berhemên hunerê diafirînin, em li vir in, lê hêza me ji bo civata me ya xweşik kêr nayê. Divê hunermendên nû, hunermendên ku di qada têgihîştinê de jêhatî ne tevlê me bin; tenê ji bo vê sedemê, em wek hunermend, ew şerê ku nêzî 40 sale didome û çavkaniya wî tenê nexweşiyên înkar û qebûlnekirin e, em vê şerê naxwazin.
Ji bo wê jî, em dibêjin ku, aşitî ne paşê, aniha!.. Gotûbêj, ne paşê, aniha!.. Hevditîn, guftûgo, nîqaş, rexne, gengeşî, polemîk, lê ne paşê, aniha!.. Tiştên ku bi şer, bi kîn, bi tol, bi redkirin û bi nehesibandin ve ne barkirî ne, her wisa her tişt, gotin, vegotin, peyw, axaftin, çi ku ji mêj û ji dilê we heye, dikarin bi çi awayi biaxivin û bi çi awayî tevbigerin, bila bikin, lê ne paşê, aniha!..
Êdî hindik maye ku bibe lareş, hindik maye ku biguhere xwîna reş, hindik maye ku bibe sedema şerê civakî û civak bişewitîne, çi maye ku çirûska agirê civatê be, ew pirsgirêk, yanî çareserbûna pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriyê gav avêtin, lê ne paşê, aniha!.. Aniha, mase li vir e, Li Meclîs'ê, li zindanê, li qehwê, li malê, li çiyayê, li Oslo an jî li vê qadê, li kuderê mase tê raxistin bila were raxistin, lê ne paşê, aniha!.. Dadmendî, aniha!.. Biratî, wekhevî, jiyaneke hevpar, hezkirin, rêzgirtin, xeyala pêşerojên hevpar, dewlemendi ya hevpar, hunerên hevpar, dengên hevpar, peyvên hevpar, melodiyên hevpar, bi hev re berhevkirin û par kirin, lê ne paşê, aniha!..
Êdî bes e, artık yeter, aniha li vir, hemen şîmdî!
Înîsiyatîfa Huner ya B1"