KJK’ê Danezana Têkoşîna li dijî Şîdeta beramberî Jinê weşand. Di danezanê de hate gotin, “Têkoşîna me ya li dijî terora mêr û dewletê, divê ne tenê 25’ê Mijdarê be. Pêwîst e her kêliyê, li her cihî jin li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.”

Koordînasyona KJK’ê Danezana 25’ê Mijdarê Têkoşîna li dijî Şîdeta bermanberî Jinê weşand. Di destpêka danezanê de xwişkên Mîrabel hatin bîranîn ku sala 1960’î ji ber ku li dijî rejîma dîktator a faşîst a li Komara Domînîkê li ber xwe dayî, destdirêjî li wan hatibû kirin û bi rengekî hovane hatibûn kuştin.

Di dewama danezanê de hate bibîrxistin ku navenda Şerê Cihanê yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e û hate gotin, “Karakterê vî şerî dişibe şerên cihanê yên yekemîn û duyemîn. Bandorê li tevahiya cihanê dike. Li vê derê ne tenê şerê bazirganî, dîplomatîk û siyasî tê kirin. Şerê herî mezin li dijî jinên ku li ser rêya azadiyê ne, tê kirin. Li navenda Şerê Cihanê yê Sêyemîn de careke din mêtingeriya jinê heye. Bi teknîkên herî pêşketî û polîtîkayên berfireh êrişî beden, ruh û keda jinê tê kirin.”

Erdogan serkêş e di şideta li dijî jinê de

Di danezanê de hate ragihandin, şêwe û asta şîdeta li erdnîgariya Rojhilata Navîn li jinê tê kirin, ji statîstîk û hejmarên tên eşkerekirin gelekî zêdetir e. KJK´ê got, “Zêdebûna şideta beramberî jinê ji nêz ve bi helwêsta li Rêber Ocalan re elaqedar e. Rêberê me bi rêbazeke radîkal li ber polîtîkayên mêtingerî û şideta jinê ya modernîteya kapîtalîst rabûye. Armanceke din a komployê jî dewamkirina mêtingerî û şîdeta li jinê ye. Bi wesîleya rojê em careke din dixwazin bêjin, azadiya Rêberê me azadiya jinan e.”

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê serkêşiya polîtîkayên dijminatiya li jinê dike û wiha dewam kir: “Rejîma AKP, Erdogan ku dijminê azadiya civakî ye, bi polîtîkayên xwe yên netewe-dewlet ên faşîst, dijminatiya xwe ya li jinan didomîne.”

Di danezanê de hate got, jinên li Îranê û Rojhilat li dijî rejîma zordar her li ber xwe didin û hate gotin, “Heger wê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê guhertinek pêk were, ev yek wê bi destê jinê bibe.”

Ji bo Efrînê rabin ser piyan

Di danezanê de bang li hemû jinên li gelemperiya cihanê hate kirin ku şideta dewletê û mêr a li welatên Rojhilata Navîn li jinê tê kirin protesto bikin, komkujiya jinan ku li Efrînê tê kirin bixin rojevê û li ser vê bingehê çalakiyan bikin: “Dirûşma ‘Divê hemû jin ji bo Efrînê rabin ser piyan’ roja 25’ê Mijdarê li qadan deng vede. Em 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê li meydan û kolanan bin, mîtîng û meşan li dar bixin.”