HASAN ELÎGUL / DUISBURG

Pêr sibehê li bajarê Elmanyayê Dusiburgê Polîsên Elman bi ser avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) de girt. Polîs bi kilîtçêker kilîta derî ya komeleyê da guhertin û li pey xwe jî notek hişt û got, “Hûn dikarin kilîtê ji navenda polîs wergirin”. Polîs jî tenê got, “Me yê bi ser avahiyeke din de bigirta, şaşî çêbû. Pardon!”

NCDK´a Duisburgê bi daxuyaniyeke nivîskî serdegirtina avahiya xwe şermezar kir û got, serdegirtin parçeyeke ji siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan e. NCDK´a Duisburgê wiha behsa bûyerê kir: “15´ê Çile saet qederê 5-6´ê sibehê, polîs kilîta NCDK´a Dusiburgê şikandiye û ketiye hundir. Piştre kilîtçêkerek anîne, kilîteke nû li derî xistine. Notek bi derî ve kiribûn û wan digot, ‘Werin navenda polîsan û kilîta xwe ya nû bibin’. Gava ku em çûn cem rayedarên polîs, wan ji me re got, ‘Pardon, li eyba me negirin, şaşî bû. Me yê bi ser cihekî din de bigirta, lê em bi şaşî ketin komeleya we!’ Polîs wisa xwe parast. Em weke sazî difikirin ku ev ne serdegirtineke besît a polîs e.

Bawerî bi wan nayê

Ew wisa zen dikin ku bûyereke bi vî rengî, ev cara yekê ye ku li Elmanyayê diqewime. Di nota polîs bi derî ve kirî de dinivîse ‘Deriyê we tevî îtfayê bi bikaranîna şidetê hat vekirin’. Lê li ser derî ti şopên zorlêkirinê, deverên şikestî nînin. Li hundir jî weke ku dest nedane tiştekî. Weke ku kilîta wan hebe, derî vekiribin û ketibin hundir. Ya em dizanin ev e; polîs bi serdegirtinê deriyan dişikînin, her derî tevlîhev dikin, tişta ji wan re lazim dibin, piştre telefonî rêveber dikin û dibêjin, ‘me avêt ser komeleya we, werin’.”

Di daxuyaniyê de NCDK´ê bal bire ser wê yekê ku wan beriya bi hefteyekê tevahiya kilîtên komeleyê guhertine û ev pirs kirin: “Armanca wan çi bû? Ji hundir rahêjtin çi birin yan jî çi danîn hundir?” Hevserokên NCDK´a Duisburgê helwêsta polîsê Duisburgê rûreş kir û got, ew ê bi rêya parêzerê xwe rêyên hiqûqî bidin ber xwe.