BÊRÎTAN CANOZER  / JINNEWS/AMED

Şêwekar Medya Uren di salvegera Qirrkirina Êzîdiyan de bi wêneyên xêz kir komkujî vegot. Wê li ser mijarê got, “Rastiya şer a erdnîgariya me ye û em ti carî nikarin ji vê birevin. Ez jî hem bi wênexêziyê û hem jî bi rojnamevaniya xwe, têkoşîn û jiyana xwe didomînim. Gelek tiştên ku ez bi wêne û nûçeyên xwe bibejim û bidim hîskirin hene.”

Di 5’emîn salvegera Qirrkirina Êzîdiyan de 2’ê Tebaxê, li Amedê ji bo jinên Êzîdî pêşangeheke şêwekariyê hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên şêwekar Medya Uren a bixwe jî penaber e, cih girtin. Medya li wargeha penaberan a Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê hatiye dinê û çawa tê dinê jî şertên şer yên herêmê nas dike. Medya êriş, komkujî û rêya koçberiyê xwe û şahidiya xwe kiriye. Ji bo hunera xwe dibêje, “Wêne rêya herî baş bû ku ez xwe îfade bikim.”

Medya 19’ê Hezîrana 2000’î hatiye dinê. Malbata wê sala 1994’an heta niha wek penaber li Başûrê Kurdistanê ye. Medya ji bo zaroktiya xwe dibêje, “Min bi bîhna baruta ku her tim li esmanan bû, hunera di dilê xwe de mezin kir. Ji ber vê, xêzkirina wêneyan bo min girîng e. Ez hewl didim şer, koçberî û êşa min şahidiya wê kiriye, bibêjim û bidim hîskirin.”

Herî zêde jin û zarok hene

Medyayê der barê wêneyên der barê Qirrkirina Êzîdiyan de weha dipeyive: “Qirrkirina Êzîdiyan di 3’ê Tebaxa 2014’an de kir ku bi hezaran Êzîdî koçber bibin. Bi hezaran jin li bazarên koleyan hatin firotin. Min jî xwest ez gelê Êzîdî, bi taybetî jin û zarokên ji qirrkirinê filitîn, bibêjim. Êriş û qirrkirinê herî zêde bandor li jin û zarokan kir. Ji ber vê min zêdetir jin û zarok xêz kirin. Min bixwe jî şahidiya wê demê kir. Piştî şer me koçî Ranyayê kir. Di penaberiyê de careke din em bûn penaber û em li çolê man. Em li Ranyayê li mizgeftan man. Êş û koçberî ji me re ne xerîb bûn. Piştî êrişên li hember Şengalê, em ji bo alîkariyê çûn cem gelê Êzîdî.”

Zarok û bêhna barûdê

Medya di dawiya axaftina xwe de dibêje, ew êşa Şengalê hîs dike: “Min ev hestên xwe yên kûr di tabloyê de zindî kirin. Yekane armanca min ev bû ku ez êşa gelê Êzîdî bi her kesî bidim hîskirin. Em di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibin. Zarok bi bêhna barûd û xwînê mezin dibin. Zarok çawa tên dinê, şer nas dikin. Xêzkirina şer, esas, qet nexweş e. Min dixwest ku ez li şûna şer, tiştên xweştir xêz bikim. Lê mixabin rastiya şer li erdnîgariya me heye. Em nikarin ji vê birevin. Tevî hemû şert û mercên şer divê em bimeşin. Ez jî hem bi wêne û hem jî bi rojnamevaniyê jiyan û têkoşîna xwe didomînin. Gelek tiştên ez bi wêne û nûçeyên xwe bibêjim hene.”