Dewleta Tirk bi dijminatiya xwe ya bi armanca tinekirina her tişta Kurd, hîç destevala û betal namîne. Li Şirnex a bi çand û dîroka xwe ya Botanê, bi avahiyên xwe yên dîrokî yek ji armancên dewleta Tirk e. Dewleta Tirk herî zêde jî bi xemsariya beramberî berhemên dîrokî, ya xwe dike. Yek ji van avahiyên ku ji ber xemsariyê li ber nemanê ye, ew medrese ye ku Feqiyê Teyran ew ava kiriye. Li vir medreseya Feqiyê Teyran, ne tenê medreseyek e. Ew semboleke hebûna Kurdan e. Jixwe, Feqî ji kêman e ku bi Kurdî helbest nivîsîne wê serdemê û helbestên wî li nava xelkê belav bûne.
Şirnex a ku bi çand, dîrok û xwezaya xwe ji bedewên Kurdistanê ye, Çiyayê Cudî, bajarên antîk, şikeft, warên dîrokî û Botan lê hewiyane, gelek xeterên aktîf û pasîf di warê çandî û dîrokî de li serê wî digerin. Medreseya Feqiyê Teyran, Xerabeyên Qesrîkê, Pira Kevir hemû jî li ber nemanê ne.
Tenê dîwar man
Medreseya Feqiyê Teyran a li Gundê Keraşîn a ser bi Cizîrê, her kesî matmayî dihêle. Tenê dîwarên medreseyê li ser piyan mane. Mederese ji aliyê mutesewif û zanyarê Kurd Feqiyê Teyran ve hatiye avakirin. Ji ber piştguhkirinê hilweşiyaye.
Medreseya ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Muze û Hebûnên Çandî ya Wezareta Çand û Turîzmê ve nayê parastin, darbeya herî mezin, di sala 1990’î de ji ber xebatên rêya bejayî girtiye. Ji ber çêkirina rê beşek mezin a medreseyê xera bûye û piştî vê jî nehatiye restorekirin.
Her wiha li Cizîrê gelek avahiyên din ên dîrokî li ber tinebûnê ne. Yek ji van jî Xirbeyên Qesrikê ne. Ev dever ji dema Asûriyan maye û texrîbateke mezin lê bûye. Her wiha benda avê ya Bazebdê, pir û bermahiyên bajarên antîk jî li ber nemanê ne.
ŞIRNEX