Ne terorîzm e şer e
Parêzer Burma: Hin bûyerên ku weke çavkaniya nirxandinê hatin nîşandan, diyar bû ku kirdeyê wan dewleta Tirk bi xwe bû. Ya diyar ew e ku ji bo wê yekê ku PKK miletî terorîze dike ti delîl nînin.
FEHMİ KATAR
BERLÎN
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li ser qedexeya 25 salan a ku li Elmanyayê Kurdan krîmînalîze dike, û li ser lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê konferansek bi rê ve çû bi beşdariya gelek hiqûqzan û siyasetvanan. Konferansa bi navê ‘Qedexeya 25 salan a PKK´ê – Zext û di xizmeta siyaseta Elman a dervede hilweşandina demokrasiyê ya 25 salan” li Navenda Giştî ya Partiya Çep a Elmanya (Die Linke) li hola ‘Karl-Liebknecht-Haus’.
Parêzer Tamara Burma, Lukas Theune û serokê Komeleya Parêzerên Komarxwaz Dr.Pear Stolle, Parêzer Jan Fermon, parlamenterê Partiya Çep Tobias Pflügel, nûnerên Komeleya Azadî, MAF-DAD, komeleya Huqûqzanên ji bo Demokrasî û Mafê Mirovan (EJDM/ELDH) û Rote Hilfe beşdarî konferansê bûn.
Ji parêzerên doza PKK´ê ya li Belçîkayê û dozgerê Trîbûnala li dijî Tirkiyeyê ya îsal Adarê li dijî Tirkiyeyê li Parîsê bi rê ve çû, Jan Fermon di axaftina xwe ya li konferansê de îşaret bi girîngiya biryara dadgeha Belçîkayê kir ku PKK weke aliyê şer bi nav kir: “Ji bo şerên bi şidet weke şer bên binavkirin hin pîvanên zelal hene. Ev jî sîlehên di şer de, operasyonên eskerî û cografyaya şer lê belavbûyî ne. Li aliyê din li avahiya rêxistina ne dewlet tê nihêrîn. Ka ev rêxistin weke artêşekê tevdigere yan na? Gelo hêza wê heye operasyoneke mezin a eskerî li meydana şer bike yan na. Heger ev herdu pîvan bi cih tên, hingê ev xislet jî temam e. Dema ku şerê di navbera Tirkiye û HPG´ê de li ber hev bê girtin, xuya dibe ku ev ne kirineke besît e û ev şerek e.
Wekî din HPG weke artêşekê tevdigere, sîstema huqûqa eskerî, avahiya wê ya hiyerarşîk, avahiyeke wê heye ya ku huqûqa navneteweyî li ber çavan digire. Mesela dema ku kesekî HPG´yî li dijî qanûnên navneteweyî kirinekê bike, dadgeriya eskerî ya HPG´ê dikare wê kesî dadgeh bike.”
Tirkiye terorîzmê weke amûrekê bi kar tîne
Fermon bi bîr xist ku ji ber van sedeman dadgeha Belçîkî PKK weke aliyê şer qebûl kiriye û got, komek weke terorîst bê binavkirin encam ew e ku divê şerê wê heta bişike bê kirin, û heger komek weke hêzeke eskerî bê binavkirin jî encam ewe ku divê hevdîtin pê re bên kirin.
Parêzer Jan Fermon got, dewleta Tirk, israr dike binavkirina terorîzmê de û wiha dewam kir: “Li dijî vê propagandaya dewleta Tirk divê em agahî û zanyariyan biafirînin; divê em bibêjin ya diqewime ne terorîzme, di nava miletekî di wê derê de şerek heye. Jixwe heqîqet jî ev e.”
Weke mînak jî Fermon trîbûnala li Parîsê ku ew dozgerê wê bû bi bîr xist û got, “Me biryar da ku ji Sûrê heta Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin, sûcê şer hat kirin. Lewma me nekarî dozê bibin dadgeha navneteweyî, girîng bû ku me bi vî awayî kir.”
‘Serhildan rewa ye’
Fermon got, divê bi vê maneya xwe terîfa terorîzmê bi temamî ji holê bê rakirin û li ser rewabûna serhildanê jî wiha peyivî: “Rewa ye ku mirov li dijî rejîmên tîran û terorîst serî rakin. Di belgeyên Neteweyên Yekbûyî de jî mafê gel heye li dijî rejîmên tîran serî hilde. Lê belê niha dixwazin vê betal bikin û bibin beriya rewşa Şerê Cihanê yê Duyemîn û her serhildana li dijî dewletê mîna terorîst nîşan bidin.”
Rûxandina hikûmeta ne terorîzm e
Parêzer Tamara Burma jî da zanîn ku ew her 6 mehan carekê dema lîsteya rêxistinên terorîst a YE´yî tê nûkirin ji sala 2014´an ve îtîraz dikin û got, argumana wan jî ew e ku şer nabe ku li gorî huqûqa navneteweyî weke terorîzmê bê binavkirin. Ji bo weke terorîzm binavkirina şer û serhildanaên li dijî hikûmetan a YE´yêm, Burma got, “Di her şerî de armanc jixwe ew e ku hikûmeta şerê wê tê kirin, neçar bê hiştin hin tiştan bike. Heger sûcê şer hebe, ango heger miletî terorîze dike, hingê ev qanûn dikare bê tetbîqkirin. Lê armanceke wiha ya PKK´ê nîne.
Êrişên PKK´ê ku weke delîl tên nîşandan bi pirranî li dijî hedefên eskerî ne. Wekî din derket holê ku ti elaqeya yekê ji bûyeran bi PKK´ê re nîne. Hin bûyerên ku weke çavkaniya nirxandinê hatin nîşandan, diyar bû ku kirdeyê wan dewleta Tirk bi xwe bû. Ya diyar ew e ku ji bo wê yekê ku PKK miletî terorîze dike ti delîl nînin.”
Parêzer Burma bi bîr xist ku wan ji Konseya Ewrûoayê xwestiye ji bo bipêşxistina pêvajoya aştiyê, PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxe, tevî ku konseyê ev daxwaz redkiriye jî “Lê balkêş bû ku konseyê li dijî binavkirina (me) weke şer a bûyeran ti tişt negot.”
Burma da zanîn ku di parastina xwe de wan rizgarkirina Êzîdiyan li Şengalê weke mînak nîşan daye û wiha dewam kir: “Reaksiyona pêşî a dadgehê ew bû ku ´nabe´ PKK ji lîsteyê bê derxistin. Me bi argumana xwest ku ev şidet qet nebe weke şer bê binavkirin. PKK aliyê şerekî navxweyî ye. Heger daxwaza me bê redkirin wê derkeve holê bê biryar çiqasî siyasî ye û mafê mirovan ê têkoşînê bi her rengî rewa bike. Heger qebûl bike jî hingê neçar e ku li şêwazê şerî binihêre. Ji bo dozên piştî nihajî wê bibe emsal.”
------------------------------------------------------------------------------------------------