‘Dahiyekî gelekî bi îstîqrar (A Very Stable Genius)’ navê kitêbeke li ser serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump e, îsal ji Weşanên Penguin li New Yorkê derket. Ya rastî, nivîskarên kitêbê Philip Rucker û Carol Leonnig di dewama navê kitêbê de merama xwe jî diyar dikin: Donald J. Trump’s Testing of America (Ceribandina Donald J. Trump a Emerîkayê).

Di kitêbê de nivîskar nîşan didin ku Trump beriya ceribandinên cidî jî îsbat kiriye ku ew ne “Dahiyekî gelekî biîstîqrar” e. Li gorî wan, “Dahiyekî gelekî biîstîqrar” (navê ku Trump bi xwe li xwe kiribû) bi temamî “xerabe ye”. Rucker û Leonnig bi mînakan zilamekî didin nasîn; zilamekî ku nizane, lê xwe lê datîne ku bi gelek tiştan dizane. Ew ew çendê ji jîrî û pisporiyê aciz e ku yeko yeko dijûnan li pisporên xwe dike û wan ji qesra xwe dike der, wan ji karên wan dûr dike. Lê li gorî nivîskaran ya ecêb jî ew e ku ew nexasim wan pisporan dike der, yên ku wî bi xwe pesnê wan da û anîn qesra xwe.

Di kitêbê de gelek caran behsa biryarên Trump ên elaqedarî Rojava jî hene. Bi gotinên weke “Mesela ew biryara wî ya jixwerazî ya xiyaneta bi Kurdan re û paşê bi destê yekî ji hevalên wî yên otokrat, Erdoganê Tirkiyê qetilkirin wan jî heye.”

Heger hûn vê kitêbê bi Ingilîzî bixwînin, hûn ê bibînin ku vî “Dahiyê gelekî biistîqrar” eşkere li ser şewbên epîdemîk derew kirine li dinyayê û ew xiyanetê bi miletê xwe re jî dike, çawa ku “Ew ... xiyanetê dike bi Kurdên wêrek î çargurçik yên şerê DAIŞ’ê dikin.”

Di kitêbê de hûn ê karibin gotinên Trump ên di civînên taybet ên di qesrê de jî bixwînin. Mesela cara ku bêyî dilê wî dozgerek ji bo lêpirsîna mesele ya Ukraynayê hat diyarkirin: “Serok xwe bi ser kursiyê xwe de berda, bêhneke kûr kişand hinavên xwe, weke ku bixwaze bêhtir oksîjenê bikişîne cegerên xwe da ku qêrîneke xurt ji xwe bide der. Trump bi hêrs got, ‘Xwedêwo! Ev dawiya serokatiya min e. Min pê girt!’ ... Piştre serok berê xwe da odeyê (zilamên xwe) û got, 'Ev sûcê we ye. Hûn qels in. Ev sûcê we ye.’ Serdozger got, heger hûn ‘difikirin ev şaş e, ez ê îstîfa bikin.’ Trump jî got, ‘Tu zanî Jeff? Xebera te ye, divê tu îstîfa bikî!” NAVENDA NÛÇEYAN