CAFER CAFO/ELÎ KEDRO ANHA/ŞEHBA Firoşkarên Efrînê yên ji neçariyê xwe li Şehbayê girtine, bi derfetên kêm bazarek li gundê Til Qerah ê navçeya Ehrisê vekir. Di bazarê de hemû madeyên xwarinê, cil, dermanên paqijiyê û hwd. hene. Bazar, heftane roja şemiyê vedibe. Firoşker bi rêya bazirganan ji navçeyên Ehris û Kefer Naya malzemeyên xwe dikirin û li bazarê de difiroşin. 21 bazar hebûn Li bajarê Efrînê û navçeyên wê heftane 21 bazarên gelerî dihatin vekirin. Ya herî mezin li navenda Efrînê bû. Şêniyên bajêr gundên nêzî Efrînê weke Nibul, El-Zehra, Ezaz, Darit Izê û Atma dihatin bazarê û tiştên lazim dikirîn.