Diranê zarokekî Neanderthaler li şikefta Bawe Yêwan a li Kirmaşanê hate dîtin. Arkeolog Saman Heyderî Goran li ser mijarê dibêje, li gorî lêkolînan, Kirmaşan yekem cih e ku Neanderthal û mirov di heman demê û di heman cihî de bi hev re jiyane û Heyderiyan vê vedîtinê jî weke şoreşekî arkeolojiyê bi nav dike.  Şikefta Bawe Yêwan a li gundê Yêwan 40 kîlometre dûrî navenda Kirmaşanê ye, û ha diranê zaroka Neanderthaler. Gundê Yêwan dikeve navçeya Naderwen a Kirmaşanê.  Heyderî got, di dîroka mirovan de cara yekê ye ku bermahiyên mirovê roja me ya îro û mirovê Neanderthaler di heman demê û li heman cihî bihevre tê dîtin.

Heyderî diyar dike ku li gorî lêkolînên zanistî yên li Bawe Yêwan, “Muhtemele beriya bi 60 hezar salan, 39 hezar salan ev herdu cûre mirov bi hev re jiyabin.” Heyderî wekî din îşaret bi çêkirina rêyeke di navbera Kirmaşan û Sine de jî dike û dibêje, heger ev cade were çêkirin dibe ku metirsî li ser cihên dîrokî bike.

 

KIRMAŞAN