‘Divê ne ji bo hilbijartinan be’
Dr. Hîwa da zanîn ku dema serdana Barzanî ya ji bo Amedê pir hestyar e û got: “Em dizanin meha adara were li Tirkiyê hilbijartina şaredariyan heye. Em hêvîdarin ku aliyên Tirkiyê û AKP serdana birêz Barzanî wekî reklamek ji bo AKP’ê neyê bikarnanîn. Divê Barzanî serdana BDP û şaredariyê jî bike. Berî çend rojan li Herêma Federal a Kurdistanê bi beşdariya piraniya partiyan belavokek hat belavkirin û tê de daxwaz hat kirin ku Desteya Bilind a Kurd (DBK) di kongreya Cenevre 2 de nûnertiya Kurdên li Rojava bike. Di vê derbarê de edamê polîtburoya Zehmetkêşan wiha got: “Desteya Bilind a Kurd (DBK) bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hat ragihandin. Hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê di nava wê civatê de hene. Raste niha di navbera ENKS û EGRK’ê de hinek sarbûn heye. Hinek dewlet û bi taybet jî Tirkiye dixwaze beşek ji aliyên di nava DBK’ê de beşdarî kongreya Cenevre 2 bike.”
Tenê DBK dikare nûnertiya Rojava bike
Di vê derbarê de Dr. Hîwa wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) daxwazek pêşkêşî partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê kir ku DBK di Cenevre 2 de nûnertiya Rojava bike. Em wekî Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê wê daxwazê rewa dibînin û piştgiriyê dikin. Tenê DBK dikare nûnertiya Rojava bike. Nabe ti hêzekî siyasî û bi çi navekî din civînan boykot bike û me jî piştgirî da vê yekê.”
Daxuyanî xizmeta Rojava nake
Dr. Hîwa li ser nakokiyên navbera PYD, hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û daxuyaniya Barzanî ya derbarê Rojava de ku gotibû li Rojava ti şoreşek nîne û rejîma Sûriyê hinek navçe radestî PYD’ê kirine nerazîbûn nîşanda û xwest ku bi baweriya me daxuyaniyên bi vî awayî xizmeta gelê Kurd, tevgera siyasî ya Kurd û rewşa niha ya li Rojava nake. Endamê polîtburoya Partiya Zehmetkêşan pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêz kir û wiha ragihand: “ Tekane çareserî lidarxistina Kongreya Netewiye. Ger kongreya netewî di dema xwe de û berî hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatiban lidarxistin, pirsgirêkên niha hene wê hêsantir hatiban çareserkirin. Mixabin çend caran kongreya neteweyî tê taloqkirin..
NÎHAT KAYA/MÎHEMED TAHİR / DÎHA/HEWLÊR
Serdana Barzanî ne ji bo doza kurd e
Endameke polîtburoya Yekîtîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) derbarê serdana serokê Herêma Federal ê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Amedê ragihand ku serdana wî bazirganiye û ne ji bo doza kurd e. Endama polîtburoya YNK’ê Wesfiye Benî Weys derbarê serdana Barzanî ya ji bo Amedê destnîşan kir ku qasî serdana Barzanî wekî serdanekî bazirganî û hizbiye, nîvê wê jî bi qasî çareseriya pirsa kurd û doza kurd naçe.” Wesfiye Benî Weys li ser rûpelê xwe yê taybet ê Tora Civakî Facebookê nivîsek li ser serdana Barzanî ya ji bo Amedê belav kir û wiha dibêje: “Xwezî min tenê carekê dîtiban ev mêrik wekî serokê Herêma Kurdistanê, dûrî mantiqê hizbî û malbatî reftar kiriban.”