Ji bo Kurdan referandûm e
“Abdullah wiha got: “Eger gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê di hilbijartinan de serbikeve, wê pirsgirêka Kurd hîn zêdetir bikeve nava nîqaşên çareseriyê. Û wê îrada gelê Kurd baştir were naskirin. Lewma ez bang li gelê me yê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê dikim ku di vê mijarê de hesas nêzîkî hilbijartinan bibin û berpirsyartiya xwe ya dîrokî û netewî li ser sindoqan bi cîh bînin."
Dengê xwe bidin xwe
Abdullah bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên 30’ê Adarê yên Tirkiyê û diyar kir ku divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di mijara hilbijartinan de haydar û şiyar bin û wiha pê de çû: "Xala duyemîn ku divê em ji hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê haydar bîn. AKP bi îmzekirina peymanên bi vî awayî ji xwe re dike reklam û propagandaya hilbijartinan. Lewma divê Partiyên Kurdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van mijaran de hesas nêz bibe û tiştên ne di berjewendiyên gelê Kurd de be xwe jê dûr bixe.”
Divê peyman neyê morkirin
Abdullah ani ziman ku têkiliyên Herêma Kurdistanê ên siyasî, aborî û bazirganiyê bi Tirkiyeyê re xurt e û got: "Lê du tişt hene divê em jî bîr nekîn. Yek piştî hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê a di 21’ê Îlona 2013’an û şûnde hikûmeta nû nehatiye avakirin, ya duwem jî rêkeftinek destûrî çênebûye. Ji ber vê yekê jî pêwîste hukumeta kevîn ya (kabîna heftem) di tu aliyan de peymanan bi tu welatan re neke. Ez vê yekê weke nişana pirsê dibînim. Divê hêzên siyasî yên Herêmê nebin amûrê propganadaya hilbijartinê ya AKP’ê."
Li Hewlêrê krîza siyasî heye
Abdullah da xuyakirin ku li gorî zagonên destûra Herêma Kurdistanê sê mehan piştî hilbijartinê eger hikûmet neyê avakirin, divê hilbijartin ji nû de were kirin û wiha nirxand; “Lê şeş meh li ser hilbijartinan derbas bûn. Lê mixabin hikûmet û kabîneya nû nehatine avakirin. Sedemê vê yê herî mezin jî ewe ku hemû partî dixwazin beşdarî hikûmetê bibin û wezaretan dixwazin. Ev jî bûye sedem ku avakirina hikûmetê dereng bikeve. Li gorî zagonan berpirsê yekem yê vê yekê PDK ye. Ji ber ku PDK di hilbijartinan de bi girtina 38 kursiyan bû partiya yekem û ne di şeş mehan de diviyabû di mehekê de hikûmeta nû avabikira."
DÎHA/HEWLÊR