16 pêşnûma qanûn
Cemal diyar kir ku weke Enstîtuya Kurd wan ji destpêka amadekariya destûra bingehîn û vir ve di demên cuda de 16 caran pêşnûma qanûn pêşkêşî parlemanê kirine û got, "Ji bo parleman karekî baş bike, em hewl didin ya ji destê me tê bikin. Weke sazî wezîfeya me ew e ku em kêmasiyan rexne bikin û ya em rast dibînin pêşniyar bikin. Em alîkariya ji me tê, bi vî rengî pêşkêş dikin. Me ev pêşniyarên xwe bi rêya deh wekîlan pêşkêşî serokê parlemanê kirin. Ji bo sazîbûyîna demokrasiyê çi ji destê me tê em dikin."
Parleman divê guh bide her kesî
Cemal got, "Mixabin nikarim bibêjim ku ev xebatên me li ber çavan tên girtin. Ne tenê yên me, em dixwazin pêşniyazên hemû rêxistinên civakî yên sivîl ên di vî warî de li ber çavan werin girtin. Ji bo em tevlî vê pêvajoyê bibin, me bi komîsyona amadekirina destûra bingehîn re diyalog danî û pêşniyazên xwe pêşkêş kirin" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
"Diviyabû komîsyona amadekirina destûra bingehîn ji hemû derdorên civakê bihata hilbijartin. Mînak, sala 2005'an li Iraqê ev rê hat bikaranîn. Li gelek dewletan jî heman rêbaz hatiye bikaranîn. Lê mixabin ji sala 1991'ê û vir ve li herêma federe ya Kurdistanê hîna destûreke bingehîn nehatiye amadekirin. Di nava partiyên siyasî de rewşeke lihevnekirinê heye. Lê niha komîsyoneke ji 21 kesan amade kirine û ev komîsyon ji bo amadekirina destûra bingehîn dixebite. Ev rewşeke baş e."
Pispor diviya tevlî pêvajoyê bibin
Cemal der barê rêbaza amadekariya destûra bingehîn de rexneyên xwe anî ziman û destnîşan kir ku diviyabû pisporan di vî karî de cih bigirta. Cemal got, "Destûra bingehîn ne karekî hêsan e. Divê kesên pispor wê amade bikin. Her wiha temsîla derdorên cuda yên civakê jî divê." Cemal da xuyakirin ku piştî amadekirina pêşnûmaya destûra bingehîn, divê ev pêşnûma pêşkêşî civakê were kirin ku li ser nîqaş bê kirin û anî ziman ku pêwîst e ku her kes karibe nihêrîn, rexne û pêşniyazên xwe pêşkêş bike.
Cemal da zanîn ku siberoj û statuya Kerkûkê êdî nabe bê taloqkirin û xwest pirsgirêka Kerkûkê bi awayekî şênber cihê xwe di destûra bingehîn a nû de bigire.
Mandela yan Mubarek yan jî Esed?
Li ser mijara Serokatiya Herêmê ku yek ji rojevên girîng ên Başûrê Kurdistanê ye Cemal nirxandinên balkêş kir û destnîşan kir ku Barzanî ya wê bixwaze bibe Mandela, yan bibe Esad yan jî Mubarek. Cema pirsa "Gelo em ê sîstema parlamenteriyê ya demokratîk û pirengî esas bigirin, yan jî li şûna wê sîstemeke serdestiya yek kesî esas bigirin?" kir û got, heta ku ev zelal nebe, bi dîtina min ne rast e nîqaş li ser kesan bê meşandin. Ceman weha dirêjî da gotinên xwe: "… Serokê Herêmê dikare bibe Mandela, dikare bibe Hafiz Esad yan jî dikare bibe Husnu Mubarek. Bixwaze dîrok bi çi rengî behsa wî bike, ew ê wê bike. Ew û kêfa xwe."
HALÎT ERMÎŞ
ANF/SILÊMANÎ